HDK û DBP: Em, êrîşkaran û yên zemîn ji êrîşê re amade kirine şermezar dikin

HDK û DBP'ê li ser komkujiya li Dîlokê, ku 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin, ev êrîş yekser li hemberî gelê welatparêz hatiye kirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), êrîşa bombeyî ya li hemberî daweta Kurdan a li taxa Akdere ya navçeya Şahînbey a Dîlokê şermezar kir. Di daxuyaniya nivîskî ya HDK'ê de hat gotin, "Em, êrîşkaran û yên zemîn ji vê êrîşê re amade kirine bi tundî şermezar dikin. Bila rehma Xwedê li mirovên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane be. Em ji malbatên qurbaniyan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê."

'ÊRÎŞ LI HEMBERÎ GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ HAT KIRIN'

Di dewama daxuyaniya HDK'ê de hat gotin, "Rêxistina terorê DAIŞ, ku li Sûriyeyê derbên giran dixwe û têk diçe, dixwaze şerê xwe derbasî nava xaka Tirkiyeyê bike. Bi van êrîşên xwe ve di heman demê de dixwaze di navbera gelên me de zemîneke şerê etnîkî bafirîne. Li hemberî vê êrîşa li dijî gelê me yê welatparêz, divê hikûmet derhal tedbîrên ewlekariyê bigire, kiryaran û hêzên li pişt wan demek ji ya din zûtir eşkere bike. Roj ew roj e, em têkiliya biratiyê ya navbera gelên xwe xurt bikin û piştgiriya hev mezin bikin."

DBP'Ê BANG LI HER KESÎ KIR, KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN GELÊ KURD

Di daxuyaniay Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de hat bibîrxistin, ku ji ber vê êrîşê bi dehan mirov hatine qetilkirin û bi dehan birîndar bûne.

DBP'ê êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir, komkujiya di dawetê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin êrîşek bi tirsonekî û namerdî ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em neletê li vê komkujiyê tînin. Di serî de li Rojava heta niha gelek caran li hemberî gelê Kurd komkujî hatin kirin. Kesên ku bi van çeteyan re di nava tifaqa qirêj de ne wê bi ser nekevin."

DBP'ê bang li gel û saziyên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.