HDK: Pergala kapîtalîst a rantxur mirovan dikuje, ne erdhej

Bi wesîleya salvegera 7'an a erdheja Wanê, HDK'ê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser pergala ku kapîtalîzm û sermayeyê li bajaran derxist holê.

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 7'an a erdheja ku 23'ê Cotmeha 2011'an li navçeya Erdîşê ya Wanê pêk hat, daxuyaniyek weşad. Daxuyanî bi sernavê, "Ne bûyerên xwezayî, îhmalkarî mirovan dikuje. Ne erdhej, pergala kapîtalîst û sermayedar dibin sedema kuştin" hate weşandin. Di daxuyaniyê de 644 kesên di erdhejê de bûn qurbanî hatin bibîranîn û ji malbatên wan re sersaxî hate xwestin.

Di daxuyaniyê de erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an a Marmarayê jî hate bibîrxistin û hat gotin, ji vê erdhejê dersên pêwîst nehatin derxistin, lewre di erdheja Wanê de gelek kes mirin, gelek kes birîndar bûn û seqet man.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî erdhejê, di nav saziyên alikariyê yên erdhejê de tenê hinek komele û weqf derketin pêş. Yên hinekan jî paşde hate vegerandin. Di vê de tişta diyarker nêzikbûna van saziyan a bi hikumetê re bû. Di vê heyamê de eşkere hate dîtin ku di alîkariyê de jî cihêkarî hatiye kirin. Nexasim li gund û taxên navenda Wanê ji kes û derdorên xizan ên ne nêzî desthilatdariyê re alîkarî nehat belavkirin."

HDK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Bajar, bi diyarkeriya polîtîkayên kapîtalîzmê yên lîberal teşe digirin û tên guherandin. Bi pêvajoya kurewîbûn û bajarîbûna sermayê ku li bajarên Tirkiyê derketin holê re newekhevî, cihêkariya civakî ya cih û waran her ku çû kûr û fireh bû û heta vê astê hat."