Birînên erdhejê yên Erdîşê nehatine pêçandin

Tevî ku di ser erdheja mezin a 23'ê Îlona 2011'an a li navçeya Erdîşê ya Wanê 7 sal derbas bûne, birînên wê hîn nehatine pêçandin.

Roja 23'ê Cotmeha 2011'an li navçeya Erdîş a Wanê bi şîdeta 7.2 pileyî erd hejiya. Hema bêjin temamiya bajarên Kurdistanê bi erdhejê hesiyan. Lê herî zêde li Erdîşê da. Bi sedan kes mirin, bi hezaran kes ibrîndar bûn. Beşeke mezin a navçeyê xera bû.

Li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Tirk 644 kes mirin, nêzî 2 hezar kes jî birîndar bûn. Daxuyaniyên fermî bi vî rengî bûn, lê rastî gelekî cuda bû. Zêdeyî hezar mirov mirin û nêzî 5 hezar jî birîndar bûn. Dewleta Tirk ev rastî ji gel û raya giştî ya cîhanê vedişart. Armanc ji vê yekê ew bû ku pêşî li alîkariya ji bo gelê herêmê re bê şandin bigire û herêmê weke herêma afetê ranegihîne. AKP'ê bi rêya van derewan Erdîş nekir herêma afetê. Erdîş di nava pirsgirêkan de hişt. 7 sal di ser erdhejê re derbas bûne û hîn jî birînên Erdîşê nehatine pêçandin. Pirsgirêkên li herêmê girantir dibin.

ŞAREDARIYÊN DBP'Ê DI NAVA ÇEND SAETAN DE SEFERBER BÛN Û BI HEWARA ERDÎŞÊ VE ÇÛN

Erdhej piştî nîvro rû da û haya tevahiya cîhanê jê çêbû. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû şaredariyên din ên DBP'î di nava çend saetan de seferber bûn û bi hewara Erdîşê ve çûn. Bi şev û roj, di nava serma û seqemê de tevî gel alîkarî gihandin mexdûrên erdhejê. Ji derveyî welat jî tîmên alîkariyê hatin. Lê AKP û dewleta Tirk piştî du rojan hat Erdîşê. Armanca xwe jî ne ji bo alîkariyê bû. Gelê Erdîşê ew gelekî baş nas dikir. Hesabê wê yekê dikirin ku alîkariya ji aliyê gelê Kurd û gelên din ên cîhanê ve hatine dayin, pêşkêşî alîgirên xwe bikin.

Û alîkariya ji gelemperiya cîhanê hat û li depoya Febrîqeya Şekir a Erdîşê hatibû komkirin, ji aliyê AKP'iyan ve li polîs, leşker û wezîfedarên din ên dewletê hatin belavkirin. Van kesan alîkarî xistin qemyonan û li deverên din firotin. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanî. Bi zorê dest danî ser alîkariya ku gel û saziyên Kurdan ji gelê Erdîşê re şandibû.

BI 30 HEZARÎ ÇÊKIR, BI 80 HEZARÎ FIROT

Bi hezaran mexdûrên erdhejê zivistanê li binê konan man. Bi hezaran mirov jî weke mêvan bi mehan li bajarên din ên Kurdistanê li cem şêniyên bajaran man. Gel alî hev dikir, lê dewleta Tirk hewl dida erdhejê ji bo rantê bi kar bîne. Hikumeta AKP'ê piştî salekê li Erdîşê dest bi çêkirina xaniyên TOKÎ kir. Xaniyên TOKÎ ku bi pereyê alîkariya ji bo gel hatibûn dayin bi 30 hezar lîreyî hatin çêkirin, bi 80 hezar lîreyî li mexdûrên erdhejê hatin firotin.

BÛYE MÎNA GUNDEKÎ JI 200 HEZAR KESÎ

Ji ber erdhejê bi hezaran xanî xera bûn, bi hezaran esnafan îflas kirin û kargehên xwe girtin. Şaredariya DBP'yî ya ku ji bo gelê Erdîşê dixebitî bû hedefa AKP'ê. AKP'ê xwe li xizmeta ku ji gelê Erdîşê re dihate kirin ranegirt û bi rêya qeyûm dest danî ser şaredariyê. Xizmetên Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî yên ji bo gel hatin rawestandin. Navçeya Erdîşê niha bûye mîna gundekî ji 200 hezar kesî.

ME KIRYARÊN AKP'Ê JI BÎR NEKIR

Hikumeta AKP'ê ku 7 sal in li Erdîşê ji bo gel tiştek nekiriye, li Erdîşê avahiya midûriyeta emniyetê, girtîgeheke mezin û gelek qereqol çêkir. Şêniyên Erdîşê yên ji ANF'ê re axivîn, nerazîbûneke mezin nîşanî AKP'ê dan. Erdîşiyan diyar kirin ku dewletê erdheja li Erdîşê ji bo xwe kiriye cihê rantê û gotin, "Zêdeyî hezar mirovên me mirin, lê belê AKP'ê ev veşart. Li vir felaketeke mezin çêbû, lê AKP'ê Erdîş weke herêma afetê ranegihand. Dema ku li Rîze û Trabzonê hinekî lehî rabe, yekser weke herêma afetê îlan dikin. Ya rast, AKP felaketa herî mezin e ku bi serê vî welatî ve hatiye. Jiber ku cihêkariyê dixe nava herêman û mirovan. Ev cihêkariya AKP'ê wê dawî li wê bîne. Me tiştên ku AKP'ê di dema erdhejê de li me kir ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin."