HDK: ‘NA’gir bi ser ketin; divê referandûm were betalkirin
Hevberdevkên HDK’ê encamên referandûmê nirxandin û diyar kirin, di rastiyê de NA bi ser ket, ji ber ku şik û guman hene divê referandûm were betalkirin.
Hevberdevkên HDK’ê encamên referandûmê nirxandin û diyar kirin, di rastiyê de NA bi ser ket, ji ber ku şik û guman hene divê referandûm were betalkirin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît û Onur Hamzaoglu diyar kirin ku ew encamên referandûmê qebûl nakin.
HDK’ê li navenda xwe ya Stenbolê têkildarî referandûmê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin HDK wê encamên ne meşrû yên referandûmê qebûl neke. Koçyîgît di civînê de axivî, nelirêtî destnîşan kir û got, HDK encaman qebûl nake.
Koçyîgît diyar kir ku ne tenê di encamê de her wiha di pêvajoya propaganda ya referandûmê de jî gelek nelirêtî hatine kirin. Koçyîgît têkildarî biryara YSK’ê (Desteya Hilbijartinê ya Bilind) got ‘’YSK di vê mijarê de nikare gotinekê jî bike. Em baş pê dizanin ku ji sendoqê ‘NA’ derket. Tişta ku YSK bike ew e ku demildest giliyan qebûl bike û lêpirsînê bike.’’
’24 MILYON TERORÎST HENE’
Koçyîgît li ser encaman got, ‘’nîvê welêt gotiye, ‘Na’ Divê ev peyam rast were xwendin. Li vî welatî 24 milyon ‘terorîst’ hene. Ji 24 milyonan zêdetir kesî gotiye ‘NA’
‘KURD LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKETIN’
Koçyîgît bi berdewamî got li gel qedexeyên derketina derve jî gelê Kurdistanê li vîna xwe xwedî derketiye û gotiye, Na: ‘’Vîna Kurdan zela e. Li pey vîna xwe ya siyasî sekiniye. Li nasname û çanda xwe xwedî derketiye.’’
‘TECRÎD DEMILDEST DIVÊ RABE’
Hamzaoglu jî bal kişande ser girêvên birçîbûnê ku keti roja 63’an û got ‘’Bi tecrûbeya 32 salan a bijîşktiyê dibêjim, girêvên birçîbûnê ya mirovên ku azadiya wan ji dest wan hatiye standin, çareya dawî ye. Hikûmet, Wezareta Dadmendiyê divê demildest bi çalakgeran re rûne. Demildest divê tecrîd rabe.’’