HDK: Kiryarên 6-7'ê Îlonê hîn jî di meriyetê de ne

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), pogromûma 6-7'ê Îlona 1955'an di salvegera 65'an de şermezar kir û diyar kir, "Mixabin heman polîtîka û kiryar hîn jî di meriyetê de ne."

Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujiya 6-7'ê Îlonê bi "agahî û kontrola" hikumeta wê demê hatiye kirin.

HDK'ê diyar kir, "Hemû jî çalakiyên şerekî taybet bûn ku pesnê wan didan. Hin berpirsyar bi rengekî sembolîk hatin darizandin, lê belê encam neguherî; ya hate kirin gihîşt armanca xwe. Xalîkirina etnîkî û desteserkirina mal û milkan bi giranî pêk hat."

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "Muxatabê kiryarên niha, ji ber ku xeyrî muslîm nemane, êdî gelên din in. 'Plana têkbirinê' ku rewşa nûkirî ya Planên Şark Islahat e, bi planên bicihkirina penaberan dewam dike."

HDK'ê destnîşan kir ku heman polîtîka û kiryar niha jî dewam dike û ragihand, "Bûyerên ku wê demê bi tevlîbûna beşên rêxistinî qewimîn, niha veguheriye 'faşîzma ji rêzê' ya polîtîkayên sîstemê."

Di daxuyaniyê de li dijî şerxwaziya serdestan banga xurtkirina têkoşîna azadî û wekheviyê hate kirin.