HDK ji bo serkeftina muzakereyan dê têbikoşe

HDK ji bo serkeftina muzakereyan dê têbikoşe

Di 3'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Gelan a Demokratîk (DHK) ku bi şîara "Rêwîtiya Heviyê" dest pê kir, rapora xebaten siyasî hat xwendin. Endamê Rêveberiyê HDK'ê Saruhan Oluç, anî ziman ku ew şirîkên qedera HDK'ê ne û got: "Ji bo muzakereya Birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin bigêjin armanca xwe û bi ser bikevin em dê hemû hêza xwe bikar binin." Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul jî ani ziman ku hêlîna terorîstan cih û warê kesên ku Alî Îsmail Korkmaz qetil kirin e. Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, jî anî ziman ku ew destûr nadin ku di navbera gelan de dîwarê mirinê bên ristin.

3'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi silogana "Rêwîtiya heviyê" dest pê kir. Di kongreyê de hevseroka HDK'ê Fatma Gok, Parlamenterên BDP'ê Erol Dora, Hasip Kaplan, Halil Aksoy, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Rewşenbir Gençay Gursoy, Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, hunermend Suavi, Parazvanê mafên mirovan Akın Birdal, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, hunermend Ferhat Tunç, Serokê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can jî di navde gelek kes amade bûn. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî bal kişandin ser xwe. Girsê li salona kongreyê bê navber siloganên "Bijî berxwedana YPG", "Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome" berz kirin. Li salonê dîsa pankartên "Bila mafê parastin, perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn, bila dawî li tecrîda li ser Ocalan bê û muzakere dest pê bike", "Ji talankirina xweza û bajaran re bes e", "Bila di makeqanûnê de nasnameya zayendiyê û êrîşa li ser zayendê bê naskirin" û "Nasname, beden û keda me ya me ye" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin û rapora xebaten siyasî hat xwendin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di berxwedana Gezî û têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Girsê piştî rêzgirtinê sirûda "Çarxa Şoreşe" xwend û silogan hatin berzkirin. Ewil Seroke Dîwanê Gençay Gursoy, diyar kir ku ew rojek dîrokî derbas dikin û wiha got: "Ev kongre ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata navîn girîng e. Gursoy, da zanîn ku armanca wan a sereke demokratikbûna siyasetê ye û wiha got: "Di berxedana Geziyê de me gelek ciwanên xwe winda kirin û gelek ciwanên me jî birîndar bûn."

Endamê Rêveberiyê HDK'ê Saruhan Oluç, jî anî ziman ku ew şirîkên qedera HDK'ê ne û got: "Ji bo muzakereya Birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin bigêjin armanca xwe û bi ser bikevin em dê hemû hêza xwe bikar binin." Oluç anî ziman ku felsefeya herî girîng û herî sereke silogana "Em cuda ne, lê wekhev in" û li ser esasê ked, demokrasî û azadiyê tev digerin. Oluç, ani ziman ku wan bi her alî niqaş kir û daxwazên xwe yên li ser demokrasî, ciwan, jin, ked, ekolojî û jiyanê diyar kirin. Oluç, da zanîn ku 3 xetên wan ên sor hene û tu carî ji van xetan tawîzê nadin û wiha got: "Xetê me yên sor perwerdehiya zimanê zikmakî, misogeriya nasnameyên cuda ya makeqanûnê û xweseriya demokratîk û rêveberiyên herêmî ye."

Oluç, da zanîn ku HDK şirikê qederê ye û bi hevre pêşeroja xwe diyar dikin û wiha got: "Em hemû kesên beşdarê vê kongreyê dê li dijî binpêkirin, neheqî û şaşiyan têbikoşin. Li Geziyê û Nisêbînê em dê dengê xwe bi hevre bilind bikin. Ji bo muzakereya ku Birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin bigêje armanca xwe em dê têbikoşin.

Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Pir Sultan Abdalê (PSAKD) Kemal Bulbul, jî anî ziman ku ev projeya HDK'ê projeya 800 salan a Hacı Bektaş a "Werin canan em bibin yek" e û wiha got: "Cudahî rengîniya me ye. Cudahî rastiya me ye. Divê em bi reng û baweriyên xwe yên cuda karibin bi hevre di nava yekîtiyê de bijîn. Ne cemxane, cihê kesên vê gotinê dibêjin û cihê kesên Alî Îsmail Korkmaz qetil kirin cihê terorê ye. Cihê kesên Apê Musa, Ugur Mumcu qetil kirin chiê terorê ye. Dîsa di 3'ê mijdarê de dê mîtîng pêk bê. Ji niha de hemû kes dawetî vê mîtîngê nin."

‘ POLÎTÎKAYÊN DERVE YÊN AKP'Ê ÎFLAS KIRINE’

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, jî polîtîkayên AKP'e rexne kir û anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên derve pûç bûye û wiha got: "Welatên serdest dixwazin Tirkiye bi tenê bihêlin û lawaz bikin. Kongreya me li dijî zalim û zilmê gavek nû ye. Em ne hevparê têkoşîna demokrasiyê ne. Em hêza sereke ya têkoşina demokrasî û azadiyê ne.

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, jî anî ziman ku ew destûr nadin ku di navbera gelan de dîwarê mirinê bên ristin.

Lijneya Giştî bi axaftinan berdewam dike