'HDK ji bo Çerkezan hêviyeke'
'HDK ji bo Çerkezan hêviyeke'
'HDK ji bo Çerkezan hêviyeke'
3. Civata Giştî ya HDK'ê, gelek nûnerên gelên cuda yên li Anatolî û Mezopotamyayê dijîn, anî cem hev. Delegeyê Çerkez ê beşdarî Civata Giştî bû Umît Ortven destnîşan kir ku HDK ji bo Çerkezan hêviyeke.
Delegeyê Çerkez Umît Ortven ê ji Sakaryayê beşdarî Civata Giştî bû ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku avabûna HDK'ê ji bo Çerkezan hêviyek afirandiye.
Ortven got, "Me li nîqaşên di nava 30 salên dawî de dihatin kirin guhdarî dikin, lê em beşdarî wan nedibûn. Me ew dişopand, ji ber ku em îfade nedikirin. Berî du salan dema me HDK bihîstin, li gel me hêviyek afirî."
Ortven da xuyakirin ku ew bawerin, eger HDK bicih were anîn dê beşeke mezin a pirsgirêkan çareser bibe û got, "Di warê teorîk de gelekî xweş e, ev saleke em di nav de ne. Ji bo li Sakaryayê bicih were anîn, em di nava hewldanan de ne."
Ortven bibîr xist ku Çerkez beriya 149 salan bi sirgunê hatin Tirkiyê û diyar kir ku nasname û çanda Çerkezan bi asîmîlasyoenke mezin re rû bi rû ne.
Umît Ortven got, "Li ser vê axê, hindik maye em nasname, çanda xwe yanî tişta ku mirovan dike mirov winda bikin" bibîr xist ku zimanê Ûbihî duyemîn zimanê herî mezin û dewlemend ê cîhanê ye.
Ortven anî ziman ku zimanê Ûbihî li vê axê miriye, ketiye nava zimanên mirî û diyar kir ku zimanên din jî di dorê de ne û got, "Bêguman em dixwazin weke mirovan bijîn. Em jî yek ji hêmanên bingehîn ên vê dewletê ne. Eger îro li erdnîgariyeke din, li cîranê me xwîn hebe, hêstrên çavan dirije, ne gengaze ku bandorê li me neke."
Ortven da xuyakirin ku eger HDK nêrînên her beşên civakê werbigire û ji bo pirsgirêkan hewl bide çareseriyan biafirîne, dê rêveberiyeke baş û bedew derkeve holê.