HDK: Hêza we têrê nake ku HDP’ê bêdeng bikin

Desteya Rêveber a HDK’ê têkildarî operasyonê qirkirina siyasî ya danê sibehê ya li ser HDP’ê daxuyaniyek da.

Desteya Rêveber a HDK’ê got: “Tirkiye vê sibehê kete rewşeke ya DARBE’yê. AKP-MHP û bloka desthilatê ya di nava dewletê de; dest bi kampanyayeke ya destgîrkirinê ku raste rast dewama Darbeya 12’ê Îlonê ye, kir.

Ev operasyon di aliyekê de ji bo nixumandina kiryarên xwe ji gel, li aliyê din bi operasyonên li dij Partiya Demokratîk a Gelan a li pêşiya têkoşîna demokrasiyê cih digire, dixwazin bi destgîrkirinê bêdeng bikin. HDP gel e, hêza we têrê nake bêdeng bikin.”