HDK: Gotina me ya dawî; NA'ye!

HDK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî referandûnê de wiha got: "Ji bo bi dawî kirina şer, xwîn û rondikên çavan ku li ser Tirkiye û gelan dide ferzkirin, mumkîne ku ji Qeserê û rejîma wê re bêjin 'NA'.

Desteya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî referandûma gûhertina Distûra Bingehîn, îro daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi ferzkirina gûhertina Distûra Bingehîn ku rê li ber rejîma yek kesî, polîtîkayên zextê, hişyariyên kirîza ekonomiyê dide, di perwerdehiyê de muxalefeta paşverû dide ferzkirin, Meclîs û darazê bêkêr dike, bi daxwaza yekesiyê binçavkirin û girtin, çapemeniyê ji jiyana civakî qûtkirin, hepskirina jinan a di malan de, kedkarên ji kar derdixin, êrîşên sekvanî yên li dijî akademîsyen û êrîşên bombeyî... Ev tenê ne ji bo Tirkiyeyê û gelê wê ye, rastiyeke kû ji aliyê hikûmeta Qesrê/AKP'ê ve hatiye birêvebirin. Ev îfadeyên ku me niha raber kirin, duh ji aliyê Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş ve hate kirin. Berdevkê hikûmetê yê ku diyar kir ku eger di sindoqan de denê er ê der bikeve, soz da ku wê êrîşên qetilkirinê carekî din pêk neyên, berpirsyariyên xwe yên ji êrîşên beriya niha kirin carekî din piştrast kir. Ji bo bi dawî kirina şer, xwîn û rondikên çavan ku li ser Tirkiye û gelan dide ferzkirin, mumkîne ku ji Qeserê û rejîma wê re bêjin 'NA'."

'PERPIRSYARÊ HEMÛ MIRINAN QESER/AKP'YE'

HDK'ê di dewam daxuyaniya xwe de ev agahî da: 

"Bi gotina er ê ya di sindoqan de tê wateya ku çawa ji beriya niha jî gotibû ji bo bidawî kirina şer heman kiryar li ser gel dabû ferzkirin, erêkirina vê referandûmê jî tê wê wateyê. Di pêvajoya referandûmê de ku hedef dikin bi polîtîkayên zextê bi ser bikevin, berpirsyariya hemû êrîşên ku pêk were, sûîkastên û kutşinên bên kirin hikûmeta Qesrê/AKP berpirsyare. Li dijî hikûmata Qesrê ya ku hemû daxwazên gel li piştguh dike, ji bo destkeftiyên xwe bixe gerantiyê gel bê çare dike, wê gotina me ya dawiyê 'NA' be.