HDK-Fransayê banga tevlêbûna li çalakiyên Parîse kir

HDK-Fransayê bang tevlêbûna li çalakiya ‘Her der Efrîn û her der berxwedan e’ kir.

HDK-Fransa bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku sibe gel were çalakiya li Meydana Repûblîque ya Parîsê.

HDK-Fransa di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrişên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û got, ‘’Ji bo ku em xwedî li berxwedaniya birûmet û dîrokî ya Efrînê derkevin em bang li gelê xwe dikin ku derkeve meydanan.’’

Bi domdarî hate gotin, ‘Êfrîn berxwedana manûnemanê ye, şerê ferzkirina zordariyê ye. Efrîn cihekî wiha ye ku hemû emperyaliya faşîst û ferzkirin wê li dîrokê were gomkirin.

Sibehî, 27’ê Çile ya 2018’an, saet 14.00’an tevlêbûna li mîtînga li Parîs Place de Rêpublîqueyê tevlêbûna hemû welatparêz, demokrat û bi  mirovên xwedî wijdan e re, di vê berxwedana manûnemanê de parastin û xwedîderketina li Efrînê, raweste li dijî şer, peywira dîrokî ya her mirovê birûmet e.

Sibe di meşên mezin ên Ewropayê de em cihê xwe bigirin û bibêjin, ‘Her der Efrîn e her der berxwedan.’’

 

Cih : PARîS

Place de la République

Saet 14:00