HDK: Em ê tecrîdê bi dawî bikin

Hevberdevkên HDK'ê di kongreya giştî de axivîn û destnîşan kirin ku ew di pêvajoyeke şoreşê de ne û bal kişandin ser girîngiya sala 2020'î. Hevberdevkan peyama "Em ê tecrîdê bi dawî bikin" dan.

Kongreya 10'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi şiyara "Kapîtalîzmê, baviksalariyê û faşîzmê bikuje; ji bo jiyanê li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û ava bike" dest pê kir.

Tevî Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Eren Keskîn nûnerên gelek partî û saziyan tevlî kongreyê bÛn ku li Akar Otel a li Enqereyê pêk tê.

Hevberdevkê HDP'ê Sedat Şenoglû destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke şoreşê ya mezin de ne ku wê dinyayê ser û bin bike û got, "Sala 2020'an dibe ku ji bo cografyaya me bibe yek ji salên biryardanê. Nîşaneyên vê yekê hemû li cografya me tên dîtin. Em qala krîzeke global a aboriyê dikin. Em zanin ku ev yek ne tenê aborî ye, krîzeke civakî, siyasî, ekolojîk û sîstemî ye."

Şenoglû anî ziman ku HDK weke hêzeke çareseriyê ya xweser a vê erdnîgairyê di sala 2011'an de ava bû û got, "Çareseriya ku HDK ji bo cografyaya me pêşniyar dike çareseriyek ji bo tevahiya dinyayê ye."

Şenoglû destnîşan kir ku HDP alternatîf û fikrê "Rêya Sêyemîn" e û got, "Şoreşa Rojava nîşan da ku ev yek pêkane. Yekîtiya federatîf e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Tişta ku mirovan li Rojava dîtin heman tişta ku di Komuna Parîsê de dîtin. Ji ber vê yekê em bi navê HDK'ê dixwazin li cografya Tirkiye û Kurdistanê dixwazin Rojavayan ava bikin."

'EM Ê DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên li Silopiyayê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr anî.

Koçyîgît bali kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em dibêjin, silav be ji Birêz Ocalan re. Em ê vê tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo ewlekarî û tenduristiya wî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

'PARASTINA ROJAVA PARASTINA PAŞEROJA XWE YE'

Koçyîgît jî bal kişand ser şoreşa li Rojava û got, "Di hedefa AKP-MHP'ê de ye. Tevî AKP-MHP hêzên kapîtalîst hemû ji vê şoreşê aciz bûn. Li dijî rêxistinbûna bi hev re ya gelan, li dijî jiyana bi hev re AKP-MHP taşerojiya xwecihî ji êrişên navneteweyî re dike. Parastina Rojava parastina paşeroja xwe ye, parastina hebûna xwe ya li Tirkiyeyê ye. Eger em Rojava ji dest bidin, faşîzm wê li Tirkiyeyê mayinde be."

Kongre bi axaftina mêvanan dewam dike.