HDK Elmanya 1. Kongreya Asayî li dar xist
Li Frankfûrtê HDK Elmanya 1. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.
Li Frankfûrtê HDK Elmanya 1. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.
Kongreya Demokratîk a Gelan li Elmanya (HDK-E) 1. Kongreya xwe ya Asayî li Frankfûrt, DGB Haûsê pêk anî. Kongre bi tevlêbûna 300 delege û 250 mêvanî pêk ha. Di kongreyê de Hevberdevka HDK Elmanya Fatoş Goksûngûr qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kir.
Goksûngûr got, ‘’Çawa ku Seydi Rizo li ber dijmin serê xwe berjêr nekir, îro jî HDP û Selahattîn Demîrtaş çokên xwe neşikandin’’
Hevberdevk Alî Mîtîl jî peyama hevgiriyê ji bo hevserok û wekîlan nîşan da. Mîtîl têkildarî xebatan agahî da û got di mijara ciwanan de ew qels mane.
KURKÇU: DEMOKRASIYÊ DICERIBÎNIN!
Hevberdevkê HDP’ê û wekîlê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî kongreyê bû û got, ‘’HDK li vir di navbera Kurdistan û Tirkiyê de wê bibe pir. Ji hêla siyasî, kulturî ve li Ewropa ev pêdivî heye’’
Kurkçu wiha xîtabî kongreyê bû:
‘’Peywira we ya herî sereke li vê derê ew e ku hûn çavê gelên Ewropayê vekin.
Li dijî êrîşên sermiyadaran û serweran em deriyekî nû vedikin. Ya ku ji me tê payin ew e ku em li dijî hegemonyaya Rojhilata Navîn, bi hevparî bersvi bidin têkoşîna çînî û têkoşîna koçberan. Divê em yekîtîyeke nû ya navnetewî çêbikin û têkoşîneke wiha ku bera wê ya siyasî û encamên wê sînorên Rojhilata Navîn di nav xwe de vehewîne bikin armanc û bi berfirehî vê tevlî nav têkoşîna azadiyê bikin.
Kurkuçu li ser biryara HDP’ê ku êdî wê nema tevlî nav xebatên desteya giştî û komîsyona meclîsê bibe jî, got, biryareke dîrokî ye û dîrokê fersend daye ku em bi hevkarî tevbigerin. Kurkçu xwest ku hevserok û wekîl serbest werin berdan û wiha dom kir, ‘’Ketina girtîgehê ya van mirovan nîşan dide ku li Tirkiyê dîktatoriya Nazî bi pêş dikeve. Ku ev berdewam bikin, hin welatên din jî dikarin ji Erdogan sûd werbigirin û wê îdîaya ‘’em jî dikarin pêk bînin’’ xurt bibe. Di şexsê wekîlên HDP’ê de demokrasiya Tirkiyê diceribînin. Heta ku demokrasiya Ewropa têşeyî bimîne, paşverûtî ji xurtkirinê re vekirî ye.’’
KOÇ: EM XWE BIGIHÎNIN HER KESÎ
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got, ‘’Li Kurdistanê 6 milyon Kurdistanî û dostên wan hene. Em bi projeya HDK’ê armanc dikin ku xwe bigihînin tevahiya vê girseyê. Ji bo vê jî delegeyên li vê derê li cihê ku lê ne dive xwe bigihînin her kesî. Em bi hêvî ne, xurt in û em ê bi ser bikevin. Em çi qasî xebatên hevpar bikin, em ê li Ewropa ew qasî xurt bibin.’’
Abdî Kobanî ku li ser navê şandeyeke Kobanê axivî û got, li dijî DAIŞ’ê ew bi ser ketine. Kobanî, ‘’Ji bo ku we em tenê nehiştin û xebatê Kobanê em spas dikin.’’
Di kongreyê de Kongreya Îslamî ya Kurdistanê, Fransa HDK, SYKP, YJKE-E, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Federasyona Sûryanî ya Elmanya, Partiya Çepgir, Tevgera Hezîranê ya Frankfûrtê peyam şandin.
Di kongreyê de Alî Mîtil û Elîf Sonzamanci weke hevserok hatin hilbijartin.