HDK-E wê xwe bigihîne tevgerên dijî şer

Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) kongreya xwe ya 7’an ji herêmên cuda yên Ewropayê bi tevlêbûna endaman li paytexta Fransayê Parîsê çêbû.

Kongreya 14’ê Nîsanê li Parîsê, li hêwana Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT) pêk hat, li kongreye li ser biryara hilbijartinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gotûbêj hatin kirin.

Di civînê de banga têkoşînê li hemû sazî û dezgehên demokratîk ên Ewropayê hate kirin û hin biryar hatin standin.

Di kongreye de hate gotin dewleta Tirk bi desteka dewletên emerperyalîst êrîşên dagirger bi ser Efrînê de aniye û armanca êrîşên dagirker jî tinekirina şoreşa Rojava ye. HDK-E’yê got divê zêdetir li şoreşa Rojava xwe xwedî were derketin.

Di civînê hin biryarên ku hatine standin:

Li dijî dagirkeriya li Efrînê têkoşîn wê bidome, wê hewl were dayin ku xwe bigihînin tevgerên dijî şer ên Ewropayê.

15’ê Nîsanê wê tevlîbûn li Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Den Haagê çêbibe.

16’ê Nîsanê li Luksembûrgê wê tevlêbûn li doza PKK’ê çêbibe.

24’ê Nîsanê wê tevlêbûn li bernameyên qirkirina Ermen û Suryanan çêbibe.

8’ê Gulanê wê tevlêbûn li dijî çalakiya konfernsa pardarên Reînmetalê çêbibe.

19’ê Gulanê qirkirina Rûm Pontûsê li Stûttgartê were şermezarkirin.

Ji bo Hevberdevkê girtî yê HDK’ê Onur Hamzaoglu wê xebatên hevgirtinê werin kirin.

Wê tevlêbûn li bernameya vekirina bîrdariya Qirkirina Ermenan a Fransayê çêbibe.