HDK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ bi meşekê silav kir
HDK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ bi meşekê silav kir
HDK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ bi meşekê silav kir
Pêkhateyên Îzmîrê yên HDK’ê ku salvegera “Şoreşa Rojava” bi meşekê silav kirin, destnîşan kirin ku ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş dermanek e.
Pêkhateyên Îzmîrê yên Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), ji bo silavkirina salvegera “Şoreşa Rojava" û balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji avahiya Rêxistina Bajêr a BDP’ê heta Avahiya Rêxistina Navçeya Konak a AKP’ê meşiyan. Di meşê de timûtim dirûşmayên, "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava", "Hukûmet Gav Biavêje" ku hatin berzkirin, nêzîkatiyên hukûmetê yên di pêvajoya çareseriyê de bi tilîlî û çepikan hat protestokirin.
Li ber Avahiya Rêxistina Navçeya Konak a AKP’ê li ser navê HDK’ê Cavît Ugur axivî. Ugur destnîşan kir vekişîna gerîllayên HPG’ê jî di nav de PKK’ê heta niha gelek gav avêtine û got, "Daxwaza Birêz Ocalan a ji aliyê heyeteke serbixwe ya tenduristiyê were kontrolkirin hîn jî ku bi cih nehatiye, her kesê ji bo çareserî, wekhevî, azadî û aştiyê hewl dide dixe nav gumanan.” Ugur her wiha xwest ku hukûmeta AKP’ê helwesta xwe ya li hemberî Şoreşa Rojava biguherîne.
Ugur di axaftina xwe de xwest ku divê tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên nexweş bên berdan û ji bo pêvajoya aştiyê berdewam bike gavên pêwîst in, bi lez bên avêtin wiha bi rêz kir: "Em daxwaz dikin ku qereqol, HES û pergala cerdevantiyê rabe, perwerdeya bi zimanê dayikê pêk bê, qanûna bi têkoşîna terorê re û benda hilbijartinan rabe.”