HDK-E civîna xwe ya 6. ya ku pêk anî, diyarî Berxwedana Serdemê ya li Efrînê tê meşandin kir. HDK-E ya bal kişand ser berxwedana li dijî êrîşên Tirk a dagirkirina Efrînê û spartina cilên yek rengî ya li ser girtiyan tê ferzkirin, diyar kir ku wê li kolanan bin.
Kongreya Demokratîka Gelan a Ewropa HDK-E li bajarê Koln yê Almanya 6’emîn civîna xwe ya asayî pêk anî. Bi daxuyaniyekê civîna xwe diyarî berxwedana Efrînê kirin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû kesên li cîhan û Efrînê di berxwedana demokrasî û azadiyê de şehit ketine ve destpê kir. Di civînê de wiha hate gotin: “Êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Efrînê, Rewşa Awarte (OHAL) û pêkaneyên BHQ’ê û sipartina cilên yek rengî ya li ser girtiyan tên ferzkirin girte dest.
HDK-E, bal kişand ser lezgîniya berxwedanê ya li dijî êrîşa dagirker ya li ser Efrînê û ferzkirina cilên yek renk ya li ser girtiya û wiha got: “Hêzên HDK-E, bang li hemû beşên li Ewropa yên li dijî şer û faşîzmê dirawestin dike ku divê bi awayek girseyî derkevin qadan.
HDK-E wê hemû hêza xwe û derfetên xwe ji bo çalekiyên xwedîderketina li Efrînê seferber bike.
Di kombûna civîna Meclisa HDK-E ya li Frankfurtê bê lidarxistin de, wê xebetên HDK-E yê salekê yên sîyasî û rêxistinî bên nirxandin. Rapora xebatên wê pêşiyê ji herêman re bê şandîn û wê li dewlet û bajaran ji aliyê delegeyan ve bê xwendin û nirxandinên. Her wiha wê pêvajoya siyasî bê nirxandin, HDK-E wê erka xwe ya sereke diyar bike.”