HDK di nobeda edaletê de ye
Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, çalakiya nobeda edaletê ya ku bi sirûda “Ji bo her kesê edalet” ku li Qada Beşîktaş Kartal di roja 9’an de ye, ber bi Parka Maçka yê ve meşiyan.
Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, çalakiya nobeda edaletê ya ku bi sirûda “Ji bo her kesê edalet” ku li Qada Beşîktaş Kartal di roja 9’an de ye, ber bi Parka Maçka yê ve meşiyan.
Li Parka Maçak a ku girse bi çepikan hatin pêşwazîkirin, parlementerê HDP’ê ya Stenbolê Erdal Ateş axivî û got: “Îro li dijî vê bêedaletiyê ji kijan eniyê ve tê bila bê; kêmaniyên xwe yên demborî li ber çavan re derbas bikin û divê hemû ciwan bibin yek û pêşiya vê bêedaletiya ku li welat serdest dibe bi dawî bikin.”
Endamên Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê ku di roja 9’emîn a Meşa Edaletê ya li Qada Beşîktaş Kartal hatin cem hev, ber bi Parka Maçka ya ku nobed lê didomin ve ketin meşê. Di meşa Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, endamên Platforma Şehîdên Gezî û Gaziyan refên pêş de cihê girtibûn, pankarta “Ji bo her kesê edalet” û dowîzên li ser “ Ji bo Demîrtaş azadî” û “ Ji bo Figen Yuksekdag azadî” hilgirtibûn. Di tevahiya meşê de girseyê bi yek dengî dirûşmên “Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Wê roj were dewran vegere, AKP hesab bide gel”, “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne”, “BHQ’ê wê biçin em ê bimînin” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” qîr kirin, welatiyên derdor ji çepik û xwediyê wesayîtan jî bi korneyan piştgirî kirin.
‘DESTHILATDARIYÊ WELAT VEGERANDIYE GIRTÎGEHÊ’
Girseya ku bi dirûşman hatin Parka Maçka, bi coşekî mezin hatin pêşwazîkirin.Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ateş ê ku axivî diyar kir ku çalakiya edalet û azadiyê di roja 9’emîn de ye û silal da hemû kesên di nobedê de. Ataş bibîr xist ku ji bo edalet bê vî welatî gelek têkoşîn kirine û berdêlên mezin dane. Ataş diyar kir ku ji bo li ser vê xakê demokrasî, edalet û azadî pêk bê hemû kesên ku têkoşînê dikin di hedefê de ne. Ataş diyar kir ku di nava sala dawî ji bo kêmaniyên heyî bê derbaskirin di encama têkoşîna hate kirin de, desthilatdariyê hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê kir hincet û bi darbeya 20’ê Tîrmehê ve hemû welat vegeand girtîgehê. Ataş destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bêmafî deh qat zêde bûye û got: “Desthilatdariya heyî li şûna pirsgirêkên zimanê me, nasnameya me, baweriya me û kêmaniyên çalakiyên me û demokrasiyê çareser bike, gav bavêje, polîtîkayekî ku hemû başan bigire nava xwe kire hedef. Bi vê polîtîkaya ku da meşandin li welat hemû kekdar kire hedef; bi sedhezaran kes bê pirs û îfade xiste girtîgehê û mexdûr bûn, rojnamevan hatin girtin, rojname TV hatin girtin. Li dijî rewşenbîr û akademîsyenan operasyon hatin destpêkirin. Hevserok û wekîlên me yên ku bi vîna gel hatin hilbijartin hatin girtin. Heman bêmafî li ser şaredariyên em jî hatin kirin, herî dawî parlemeterê CHP’ê Enîs Berberoglû bi heman şêweyî hate girtin.”
'EM RÊ NADIN DÎTATORIYA YEK KESÎ'
Ataş bal kişand ser asta êrîşên li ser HDP’ê û hêzên demokratîk got: “Di nava salekê de ji deh hezar kesan zêdetir hatin binçavkirin, ji 6 hezar kesan zêdetir hatin girtin. Em rê nadin dîktatoriya yek kesî. Heta ku ev hişmendiya yek parêziyê hilweşe, tenê kesek jî bimînin wê têkoşînê bike û edaletê bîne. Îro li dijî vê bêedaletiyê ji kijan eniyê ve tê bila bê; kêmaniyên xwe yên demborî li ber çavan re derbas bikin û divê hemû ciwan bibin yek û pêşiya vê bêedaletiya ku li welat serdest dibe bi dawî bikin. Ji bo edalet û aştî li vî welatî pêk were, serkeftinê ji bo we tevan dixwazim; hêvî dikim ku di têkoşîna we de yekîtîyekî hê mezintir pêk were.”
Li aliyê din DÎSK û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk nobeda Edaletê ya li Parka Maçak dewam dike, ziyaret kirin.