Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, bi wesîleya 2'ê Kanûnê Roja Navneteweyî ya Rakirina Koledariyê, daxuyaniyek weşandin.
'BI HEZARAN JIN Û ZAROKÊN KEÇ HATIN REVANDIN, TÊN FIROTIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bazirganiya mirovan, bikaranîna zayendî, xebitandina zarokan di nava mercên nebaş de, zewicandina zarokan û bi zorê tevlîkirna zarokan li nava şer, dewam dikin.
HDK'ê diyar kir ku Boko Haram a li Nîjerya, Kamerûn û Çadê di bin navê sîstemeke Îslamî de êrîşên çekdarî pêk tîne, ji sala 2014'an û vir ve 2 hezar jin revandiye, guhertina ol, zewicandina bi zorê û koledariya seksê li van jinan ferz dike.
HDK'ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê jî li bajarên Iraq û Sûriyeyê li Til Alfar, Baaj, Aseyba, Rebîa, Şengal, Koço, Til Izêr jinên Êzidî, Suryanî, Şîa û Tirkmen revandine û li Reqqa, Ambar, Mûsil, Til Alfar, Aseyba û gelek deverên din li bazarên cariye difiroşe û dikire. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî agahiyên jinên ji koledariyê rizgar bûne, di nava mirovên rastî tecawizê hatine, zarokên 3 salî jî hene.
Hevberdevkên HDK'ê dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê, jin û zarokên keç ên weke 'xenîmeta şer' revandine, li Qatar, Erebîstana Siûdî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Afganîstan û Pakîstanê jî gelek caran kiriye û firotiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî agahiyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin, 6 jinên DAIŞ'ê revand, di berdêla pere de ji malbatên wan li Riha û Wêranşarê re hatiye dayîn, li Dîlokê jî navbeynkarekî di nava salekê de 250 jin û keçên Êzidî di berdêla 2,5 mîlyon dolarî de ji DAIŞ'ê wergirtiye. Piraniya wan Êzidî bi qasî 4 heta 7 hezar jin û zarok li van bazaran tên gerandin û firotin."
HDK'ê diyar kir ku ev bazirganiya koleyan li Tirkiye û welatên endamê Neteweyên Yekbûyî cidî nayên dîtin û nerazîbûn û tedbîreke cidî nayê girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku HDP wê ji bo rizgarkirina jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, di nava saziyên navneteweyî, mafên mirovan û rêxistinên jinan de tevlî têkoşîna hevpar bibe û çalakiyên hevpar bixe rojevê.
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu ji bo rizgarkirina jin û zarokên hatine revandin bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku xwedî li peyama Neteweyên Yekbûyî derkevin û bikevin nava tevgerê.