HDK bi hezaran meşiya qada Taksîmê
HDK bi hezaran meşiya qada Taksîmê
HDK bi hezaran meşiya qada Taksîmê
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di roja 9. a berxwedana Parqa Gezî de bi armanca silavdayîna li berxwedanê, bi beşdariya hezaran kesî ber bi Meydana Taksîmê ve meşiya.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di roja 9. a berxwedana Parqa Gezî de bi armanca silavdayîna li berxwedanê, bi beşdariya hezaran kesî li ber Lîseya Galatasarayê li hev kom bû ber bi Meydana Taksîmê ve meşiya.
Di meşê de Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu, Hevseroka HDP'ê Fatma Gok, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Hevsera Ehmed Kaya Gulten Kaya, Parlamenterê berê yê BDP'ê Ûfûk Ûras, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Tûran amade bûn.
Parlamenter Kurkçu li Meydana Taksîmê silav li girseya gel kir û destnîşan kir ku ew li gel ciwanên beşdarî berxwedana Parqa Geziyê bûn e û piştgiriyê dide wan. Çalakî bi daxuyaniyan dewam dike.