HDK Bern ava bû

Li bajarê Bern ê Swîsreyê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 1. Kongreya xwe ya Asayî ya Bernê lidar xist.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin. Di kongreyê de li ser karê HDK Bernê sînevîzyon hate nîşandan.

Piştî axaftina destpêkê ya Hevberdevkê HDK-Swîsreyê, Parlamenterê Serdema 24. ê HDP'ê Demîr Çelîk peyivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Dûre raporên kar û malî yên HDK Bernê hatin pêşkêşkirin. Mêvanên ji Swîsre û Tirkiyeyê, nûnerên partiyên Kesk û PDA jî li vir axivîn.

Berdevkê HDK Swîsreyê Savaş Demîr, karê ku HDK'ê heta niha kiriye nirxand. Demîr her wiha bal kişand ser berpirsyarî û girîngiya HDK'ê di rewşa heyî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê. Demîr destnîşan kir, divê HDK kampanya "Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê bisekinîne" berfireh bike.

Kongre piştî hilbijartina hevberdevk û rêveberên HDK Bernê qediya.