HDK-A ya Bernê kongreya xwe kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (HDK-A) ya li Bernê 1. kongreya xwe ya asayî kir.

Di kongreyê de bi navê "Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator" komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin û ji bo hilbijartina ferzkirî ya 24'ê Hezîranê zend û bend hatin badan.

Kongre li lokala Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li dû nirxandina pêvajoya siyasî û karê dema bihurî, rêveberiya ji 7 kesan hate hilbijartin. Her wiha ji bo dema bê plansaziyeke kar hate destnîşankirin.

Piştî kongreyê, li ser hilbijartinê civîn hate kirin û komîsyonên hilbijartinê hatin diyarikrin. Di civînê de biryar hate dayin ku beriya her tiştî qeyda hilbijêran bê kontrolkirin û yên ne qeydkirî werin qeydkirin.