HDK-A: Em ê dengê dayikan bigihînin her deverê
HDK-A’yê di heftiya 701’ê ya çalakiya Dayikên Şemiyê de, ku di hedefa AKP’ê de ye, bang li her kesî kir ku derkevin kolanan.
HDK-A’yê di heftiya 701’ê ya çalakiya Dayikên Şemiyê de, ku di hedefa AKP’ê de ye, bang li her kesî kir ku derkevin kolanan.
Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-A) bang kir ku xwedîderketinya li Dayikên Şemiyê ku hedefa rejîma AKP’ê ne, were geştkirin.
HDK-A’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir AKPê daxwaza Dayikên Şemiyê bi cih neaniye û bi ser de jî êrîş biriye ser wan.
‘HETA KU JI KUJERAN HESAB WERE PIRSÎN’
HDK-A’yê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ev 23 sal in xizmên nebediyan diyar dikin heta ku aqûbeta zarokên wan diyar nebe, kujer neyên darizandin wê Meydana Şemiyê bernedin û got, ‘’Pştî her êrîşê ev gotin, dibêjin. Qêrîna dadmendiyê ya ku ev 23 sal in li Meydana Şemiyê bilind dibe, heta ku dadmendî pêk neyê wê bidome.’’
‘1’Ê ÎLONÊ EM ÇALAKIYÊ GEŞ BIKIN’
HDK-E’yê got ‘deynê li ser stûyê me ye’ ku ew di heftiya 701’ê de li cem Dayikên Şemiyê bin, ku diyar kiribin wê saet 12.00’an çalakiya xwe bidomînin.
HDK-A’yê bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê kir û got, ‘’1’ê Îlonê, Şemiyê, saet 12.00’an em bang dikin ku çalakiyên rêxistiniya çalakiyên rûniştinê werin kirin, em li dijî terora dewletê li qêrîna dadmendiyê ya dayikên xwe xwedî derkevin û vê geş bikin.’’