HBDH: Li dijî dagirkeriyê em ala şoreşê ya yekbûyî bilind bikin

HBDH: Li her devera ku em lê ne divê derfetên xwe li dijî faşîzmê seferber bikin û ji bo têkbirina wê şer bikin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst di 15'ê Hezîranê de êrişeke berfireh bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, mexmûr û Şengalê û hate gotin, "Piştre jî di 17'ê Hezîranê de ji bejahî ve li dijî Heftanînê dest bi êrişê kir."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma aşîst li çar parçeyên Kurdistanê li dijî destketiyên gelê Kurd û çeperên demokratîk e û hate gotin, "Rejîma faşîst bi operasyonên leşkerî yên li herêmê û bi êrişên xwe li erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye navenda bêaramî û êrişan. Dema dawî bi siyaeta xwe ya dagirkeriyê ya li Lîbya, Idlib, Rojava û Başûrê Kurdistanê dimeşîne nîşan dide ku hewl dide bibe hêzeke herêmî.

Desthilatdariya faşîst di vir de êrişê dibe ser destketiyên gelê Kurd û çeperên wê yên demokratîk. Lewma êrişa li dijî Kurdan a ji bo tunekirinê û êrişên li dijî destketiyên wan, nêzîkatiya giştî ya faşîzmê ye. Kedkar û çîna karker a li Tirkiyşeyê di hedefa êrişa siyaseta mêtingeriyê ya desthilatdariya faşîst de ye. Rejîma faşîst ku ji aliyê aborî ve di nava krîzeke mezin de ye, derketina ji vê rewşê bi operasyonên leşkerî yên li nava sînorên xwe yan jî li derveyî sînor dibîne.

WEZÎFEYA HÊZÊN ŞOREŞGER ÊN YEKBÛYÎ YE KU BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDIN

Li nava welêt her lêgerîna demokrasiyê li bin guhê dîwarên qedexeya faşîst dikeve. Parlamenter tên girtin, qeyûm li şaredariyan tên bicihkirin, her kesên li mafên xwe digerin weke terorîst tên ragihandin. Di nava vê konseptê de desthilatdariya fşaîst li hundir û deve bi rengekî topyekûn êriş dike. Wezîfeya hêzên şoreşger ên yekbûyî ye ku bi berxwedaneke topyekûn bersiv ji êrişa topyekûn re bê dayin.

Li dijî êrişa dagirkeriyê ya desthilatdariya faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê divê hêzên şoreşger ên yekbûyî li her devera ku lê ne bi berxwedaneke topyekûn têkoşînê mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em ê li dijî polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên faşîst, em ê ala şoreşger a yekbûyî bilind bikin. Dagirker wê têk biçin, hêzên şoreşger ên yekbûyî wê bi ser bikevin."