HBDH: Faşîzm wê bi têkoşîna 'Şoreşa Yekbûyî' hilweşe

HDBH'ê bal kişand ser krîza ku dewleta Tirk di nav de ye û destnîşan kir ku ya faşîzmê hilweşîne, çalakiya şoreşger û têkoşîna hevpar a hêzên şoreşê ya yekbûyî ye.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û ragihand ku bûyerên diqewimin, nîşan didin ku desthilatdariya faşîst di nava krîzeke avanî de ye, bi zorê welêt bi rê ve dibe û eniya desthilatdariya faşîst ji hev dikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji eniya desthilatdariya faşîst li pey hev daxuyaniyên 'em ê reçeteya giran bidin', 'em ê hiqûqê serwer bikin' û 'em ê demokrasiyê serwer bidin' tên dayin. Ji ber van daxuyaniyan di nava raya giştî de nîqaşê dest pê kiriye ku deshtilatdarî ketiye pêvajoyeke guhertinê ya na.

Beriya her tiştî, desthilatdariya faşîst li ber krîzeke mezin e. Êdî welêt bi zor û zehmetî bi rê ve dibe. Bi krîza aborî, polîtîkayên şerê qirêj û şewba vîrûsa koronayê re welêt li desthilatdariya faşîst hatiye ku nema dikare welêt bi rê ve bibe. Ev hemû bûyerên diqewimin nîşan didin ku desthilatdariya faşîst di nava krîzeke mezin a rêveberiyê de ye.

Siyaset mêtingerî û dagirkeriyê ya derve, her wiha atmosfera rageşiyê ya ku li herêmê hatiye afirandin êdî gihîştine astekê. Ji Lîbyayê heta Sûriyeyê, ji meseleya Qerebaxê heta krîza li rojhilatê Derya Spî desthilatdariya faşîst bûye aliyekî şerê li herêmê. Di polîtîkayên xwe yê dagirkeriyê de yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê israr dike û li dijî gelê Kurd polîtîkayên şer dimeşîne.

DESTHILATDARIYA FAŞÎST LI BER KRÎZEKE BINGEHÎN E

Di aste heyî de xuya ye nikare van têkiliyên xwe mîna berê bimeşîne. Beriya 6 mehan Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû îstifa kir û piştre ji îstifaya xwe vegeriya. Beriya çend rojan jî Wezîrê Maliyeyê Berat Albayrak îstifa kir. Ev hemû radixe pêş çavan ku desthilatdariya faşîst li ber krîzeke bingehîn e. Di rêveberiya welêt de zor û zehmetiyê dikişîne, li eniya desthilatdariya faşîst jihevketinê dest pê kiriye.

Ya ku faşîzmê hilweşîne, çalakgeriya şoreşgerî û têkoşîna hevpar a hêzên şoreşger ên yekbûyî ye. Ne rast e ku ji bilî vê yekê bendewarî ji hêzeke cuda bê kirin. Yekane alternatîfa desthilatdariya faşîst, ew hêzên şoreşger in ku xwe di nava Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi rêxistin kirine."

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM TÊKOŞÎNA ŞOREŞGER A YEKBÛYÎ XURT BIKIN'

Di daxuyaniyê de bang li çîna karker, ciwanan, jinan û bindestan hemûyan ahte kirin ku têkoşîna 'Şoreşa Yekbûyî' xurt bikin û hate gotin, "Ya ku faşîzmê hiweşîne têkoşîna 'Şoreşa Yekbûyî' ye. Li se vê bingehê gerîlayên li çiyê li ber xwe didin, milîsên li bajaran çalakiyan li dar dixin û her hêzên li naava refên 'Şoreşa Yekbûyî' li dijî faşîzmê li ber xwe didin, kampanya 'Em faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin' xurt dikin. Divê em vê pêngava şoreşgerî û xeta xwe ya çalakiyê ya li dijî faşîzmê li her qadê xurt bikin.

Li dijî faşîzmê roj roja rêxistinkirina çalakiya şoreşgerî, rêxistinkirina têkoşînê ye."