HBDH’ê li Kocaeliyê çalakî kir

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Kocaeliyê li dijî kargeha faşîstekî çalakî kirin.

Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha got: “19’ê Sibatê me li Kocaeliyê kargeheke ayîdê faşîstekî hedef girt. Me ev çalakî ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û ji bo rawestandina êrîşên îmhayê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, lidar xist.

Me li Herêma Sanayî ya Organîze ya Dilovayê şevê di derdora saet 23’yan de çalakî lidar xist. Di encama çalakiyê de febrîqeya ayîdê piştevanê aktîf ê sîstema faşîst, di encama çalakiya me ya sabotajê de bi temamî bû xwelî.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan em li her derê di nava tevgerê de ne. Hemû hedefên dijminê faşîst, di menzîla me de ne.”