HBDH’ê li Kocaeliyê 2 çalakî kir
Milîsên Şêxmus Milazgîr ên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê li Kocaeliyê çalakî kir.
Milîsên Şêxmus Milazgîr ên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê li Kocaeliyê çalakî kir.
Milîsên Şêxmus Milazgîr ênTevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî got: “20’ê Hezîranê di saetên nîvro de me Kargeha Hilberînê ya Cem Mutfak a li taxa Uzunçîftlîk a navçeya Kartepe ya Kocaeliyê dan ber agir. Di çalakiyê de kargeh û madeyên xam ên ji bo hilberînê amade, zirarek mezin dîtin. 20’ê Hezîranê di saetên evarê de me depoya Sîteya Pîşesazî ya Trakyayê ya li Taxa Ertugrul Gazî ya navçeya Kartepeyê dan ber agir. Depo û derdora wê zirareke mezin dît.”
Di berdewamiya daxuyaniya HBDH’ê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst û qirker li Bakûrê Kurdistanê bi bikaranîna hemû derfetên di destê xwe de operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî gerîla bênavber didomîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî rewş ne cuda ye. Leşkerên artêşa dagirker ku nikarin li hember gerîlayên azadiyê şer bikin, gazên qedexekirî bikar tînin û operasyonên ku bi hezaran leşker û hevkar tevlî dibin lidar dixin. Em dizanin ku gerîlayên azadiyê li dijî operasyonên leşkerî ku li Bakurê Kurdistanê dewam dikin, heta dawî li ber xwe bidin.
Em neferên têkoşîna yekbûyî dewleta Tirk a dagirker û faşîst hişyar dikin; Heta ku operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê bi dawî bibin wê çalakiyên me yên tolhildanê li metropolên Tirkiyeyê bidomin.”