HBDH’ê li Gebzeyê çalakî kir

Milîsên Edessa Cejna yên HBDH’ê li Gebzeyê febrîqeya ayîdê faşîstekî MHP’î dan ber agir.

Milîsên Edessa Cejna yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha gotin: “Milîsên me li Kocaelî/Gebzeyê ketin nava tevgerê. Me roja 1’ê Nîsanê di derdora saet 01.00’an de febrîqeyeke jinûve hilberandina tiştan a ayîdê faşîstekî MHP’î da ber agir. Di çalakiyê de zirareke mezin gihişte kargehê. Milîsên me bi xwînsarî ji cihê bûyerê veqetiyan û çûn qadên xwe.”

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt jî hat diyarkirin:

“Em vê çalakiya xwe di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî hemû hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin, dikin. Heta ku zindan tên hilweşandin, sîstema tecrîd û îmhayê ya Îmraliyê tê hilweşandin, Şoreşa me ya Yekbûyî digihije serketinê wê çalakiyên me dewam bikin!”