Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera darvekirina Denîzan de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nefesa xwe ya dawî de jî zanîbûn ku ji zûdeyî bi ser ketine û agirê ku dadane wê heta komunîzmê geş bibe.
Denîz û hevalên xwe bûn pêşengên şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêberên destpêkê yên gerîla, şervanên bi biryar ên têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê. Serweran pê zanî bûn ku Denîz û hevalên, her wiha qutbûna şoreşgerî ya ku nifşê şoreşger pêk anî tê çi wateyê. Denîzan ji bo şoreşê xwe dan pêş, nîşanî girseyan dan ku azadî û rizgarî bi şoreşa xwe dispêre zorê dikare pêk were."
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala 52'an a darvekirinê de Denîz, hevalên wî û nifşê şerker ên şoreşger ji aliyê gelên kedkar ve hîn bêhtir têne bîranîn û xwedîderketin li têkoşîna wan çêdibe. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke şoreşgerên ku girseyê kedkar bi hesret û zanebûn bi bîr tînin ew bûn ala têkoşîna pratîkî, nîşaneya serketinê. Hêzên şoreşger ên ku şer mezin dikin, pêngava wan a şoreşgerî ji xwe re dikin mînak û bêtirs ber bi serketinê ve dimeşin. Girseyên kedkar di her gavê de, li her cihî Denîzan û rêberên mezin ên şoreşa me silav dikin, wêneyên wan bilind dikin, qala jiyana wan dikin û bi dirûşma wan li ber dijmin radibin."
Di dewama daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin," Denîz, Yûsûf, Huseyîn bûn tirsa faşîzmê, rêberên şoreşger ên gelên me, hêviya rizgariyê ya kedkaran, nîşaneya şoreşa me ya yekbûyî, şervanên wêrek ên nemir ên şerê me yê azadiyê.
Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan mîna doh em ê îro jî xwedî li rêberên şoreşa me ya yekbûyî derkevin. Bîranîna Denîzan û têkşoîna wan a şoreşgerî, xwedîderketina li wan tenê bi şerkirina mîna Denîzan, bi meşandina têkoşînê mîna wan û pêşveçûna bi biryar dibe."
HBDH'ê diyar kir ku gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salên dûr û dirêj di bin terora faşîzmê de ne û got, "Komkujî, girtin, êrîşên li ser berxwedana karker, kedkaran û çalakiyên demokratîk bi rêk û pêk dewam dikin. Li dijî êrîşan berxwedana gelan jî xurt dibe, mezin dibe."
Her wiha işaret bi êrîş û şerê li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û hate gotin, "Hewl dide xwe ji dawîbûna xwe rizgar bikin. Têkoşîna xurt a gerîla û gelên me derbên giran li dijmin dixe. Bedenên faşîzmê hildiweşe.
Di demeke bi vî rengî ya têkoşîna şoreşgerî ya xurt de em hevrê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr tînin. Denîz, hevalên wî û nifşê şoreşger ên wan bi agirê ku dadan û şerê bi biryar ji me re bûn ronahî. Dem ew dem e ku mîna wan em xwe bidin pêş, gavê biavêjin û faşîzmê hilweşînin.
Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û Mazlûman rêya ku divê em tê de bimeşin nîşanî me dan. Wezîfeya me ya herî lezgîn û rojane ye ku em faşîzmê hilweşînin û azadî û rizgariyê misoger bikin."