HBÎM'ê berpirsyariya çalakiyên li Stenbol û Mûglayê li xwe girt

HBÎM'ê berpirsyariya çalakiya sabotajê ya li Stenbol û Mûglayê li xwe girt ku di encamê de şewat li qadeke berfireh a daristanê belav bû û gelek gund hatibûn valakirin.

Milîsên Tolhildanê yên Yekbûyî ya Gelan (HBÎM) berpirsyariya çalakiya sabotajê ya li Stenbol û Mûglayê li xwe girt. Şewata li Kartal Aydos a Stenbolê piştî hewldanên mezin hate kontrolkirin. Şewata li herêma navbera navçeyên Dalaman û Mîlasê jî hîn didome. Şewata ku li qadeke berfireh belav bûye bû sedem ku gelek gund bên valakirin.

Milîsên Tolhildanê yên Yekbûyî yên Gelan (HBÎM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û berpirsyariya her du çalakiyan li xwe girt.