Hayat TV tê girtin
Hayat TV tê girtin
Hayat TV tê girtin
Zexta RTUK’ê li ser weşanên muxalif berdewam dike. Desteya RTUK’ê herî dawî der barê Hayat TV de biryara girtinê da. Koordînatorê Weşanê Mustafa Kara, banga piştevaniyê kir.
Li gorî biryara Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya daye Turksatê, hema her kêliyê Televîzyona Hayat dikare were girtin. Têkildarî mijarê Koordînatorê Televîzyona Hayat Mustafa Kara got: “Televîzyona me ji roja hatiye vekirin bûye dengê karker, kedkar,ciwan, jin, gele xizan, rewşenbîr, hunermend û tevayî gel. Ev deng îro di bin tehdîteke mezin de ye. Tê xwestin ku gel ji azadiya wergirtin û bihîstina nûçeyan bêpar bimîne.”
Kara axaftina xwe wiha berdewam kir: "Televîzyona Hayat a ji 21’ê Adara 2007’an ve li ser peyken Turksatê weşanê dike, bi awayekî nehiqûqî dixwazin bêdeng bikin. Ji bo biryara 'Tarîkirina Ekran’ê jî îddîayên ‘televîzyon qeçax e ’, 'lîsansa wê nîn e’ tînin rojevê. Ev îdîa bi temamî ne rast in. Televîzyona Hayat ji 21’ê Adara 2007’an ve bi lîsansên weşangeriyê yên navneteweyî li ser peykên Turksatê weşanê dike. Di heman demê de ji bo lîsansa, RTUK’ê jî serlêdanên pêwîst kirine û serlêdana lîsansê li pêşiya Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê ye.”
ZEXTA 'PARKA GEZÎ'
Kara wiha domand: “Di demên borî de tevî hemû serlêdan û hevdîtinên me û tevî hemû gavên qanûnî ku me avêtine jî, RTUK ketiye nav hewldanên kêfî û Televîzyona Hayat a dengê gel bi hincetên 'gilî û raporên di der barê’ didin nîşandan. Di çalakiyên Parka Gezî ku ev du hefte ye berdewam dikin de zexta li medyayê xwe bi biryara girtina Televîzyona Hayat da nîşandan.”
'LI TELEVÎZYONA XWE XWEDÎ DERKEVIN’
Di banga ku li ser navê televîzyonê hat kirin de banga piştevaniyê ji bo televîzyonê hat kirin:"Desteya Jor a Radyo û Televîzyonê, ji Turksatê re nivîsek rê kiriye û têde hatiye xwestin ku weşana televîzyona me were rawestandin. Tevî hemû hewldanan jî me bersiveke berbiçav negirt. Herî dawî ji me re hatiye gotin ku ‘Herî dereng roja înê saet 12.00’an wê weşana me were rawestandin.’ Divê tavilê dest ji vê helwesta kêfî û nehuqûqî berdin. Em bang dikin tevayî beşên civakê yên di ekranên televîzyona me de her tim cihê xwe girtine li televîzyona xwe xwedî derkevin û piştevaniyê ji Televîzyona Hayat re bikin."