Haya MÎT'ê ji 12'ê Îlonê nîne
Haya MÎT'ê ji 12'ê Îlonê nîne
Haya MÎT'ê ji 12'ê Îlonê nîne
Rêxistina Îstîxbarata Milî (MÎT) ji dozgerê lêpirsîna derbeya 12'ê Îlonê dimeşîne re axivî û diyar kir ku der barê "Koma Koordînasyona Karên Sivîl" a di planên derbeyê de cih digire û hêzên din ên sivîl ên di pêvajoya derbeyê de wezîfe girtine de, "di qeydên wan de ti agahî û belge nehatine dîtin."
12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ku li doza 12'ê Îlonê ya li hemberî Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya hatiye vekirin dinêre, di rûniştinên bihurî de ji Serokatiya Fermandariay Giştî belgeyên "Personelê Sekreteriya Giştî ya MGK" û Koma Koordînasyona Karên Sivîl" a di nava belgeyên "Plana Tevgera Bayrak" de cih digire, xwest. Serokatiya Fermandariya Giştî jî di nivîsa xwe ya şand ji rûniştina dawî ya dadgehê re diyar kir ku belge û agahiyeke bi wî rengî nehatiye tespîtkiri.
Li ser vê yekê dadgehê ji MÎT'ê di heman mijarê de agahî xwest. MÎT'ê di nivîsa xwe ya ji bo dadgehê re îdîa kir ku der barê hêzên sivîl ên di 12'ê Îlonê de wezîfe girtine de, ti agahî û belge di destê wan de nîne. MÎT'ê ku di doza 12'ê Îlonê de gelek belge ji dadgehê re şand lê belê di mijarên girîng ên komkujiyên kontrgerîla yên mîna 1'ê Gulanê, Çorûm, Mereşê de agahiyek bi tenê jî neda, îdîa kiribû ku der barê ajanên CIA yên di 1'ê Gulana 1977'an de beriya komkujiya Taksîmê daketibûn Balafirgeha Yeşîlkoyê, agahiya wan nîne.