Hatîmogûllari: Tirkiye di asta alarmê de ye

"Em di kêliyeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Tirkiye alarmê dide. Mafên mirovan û demokrasî li vî welatî tên qetilkirin. Ji bo em karibin van ji nû ve ava bikin, bêyî ku dereng bibe divê em têkoşîna xwe bilind bikin."

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li mayindekirina rejîma nû ew di demeke gelekî girîng de ne û bang li mûxalîfan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civakî yên sivîl kir.

Tulay Hatîmogûllari ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku desthilatdarî bi biryar e ku rejîma xwe ya nû mayinde bike. Hatîmogûllari got, "Demeke dirêj e ku li dijî HDP'ê û pêkhateyên wê zexteke giran heye. Ji aliyekî ve qeyûman datîne ser şaredariyên HDP'î, li aliyê din jî ji bo şaredariyên ne HDP'î bêbandor bikin, çi ji destê wan tê dikin. Di vir de armanca bingehîn ew e ku rêveberiyên xwecihî yekdestî û navendîperest bike."

'HÊRSA MIROVAN ZÊDE DIKE'

Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên li dijî navendên baweriyê û goristanan û got, "Ne tenê li Kûzgûncûkê xaç ji dêrekê hate dizîn. Di heman demê de li dêreke din jî derî hate şikandin û zerar dan dêrê. Êrişên li dijî cemxaneyan timî hebûn, dema dawî di merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek de heman tişt qewimî. Deriyên îbadetxaneyan dişikînin, xera dikin û gazê berdidin. Ji bilî vê yekê êrişê dibin ser goristanan. Bi taybetî hewl didin ku dîrok, hest û nirxên manewî yên gelê Kurd ji holê rakin. Ev êriş hêrsa gelê Kurd a li dijî desthilatdariyê û otorîteya wê ya navendî zêdetir dike.

'ZILMEKE GIRAN E'

260 cenazeyên ji Xerzanê hatin derxistin, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan xistin qutiyên plastîk û bi vî rengî li qiraxa rê binax kirin. Ji bo mirov di ser wan re bimeşin... Ev zilmeke gelekî giran e. Halbûkî hurmeta li miriyan di nava civakan hemûyan de ye. Yek ji tiştên ku manewiyata me xurt dike hurmeta me ya li miriyan. Radibin tiştekî ku ji bo gelê Kurd, ji bo civakan hemûyan nirxeke li qiraxa rê binax dike, binpê dike. Ev yek peyama 'Bila tiştekî we tune be' ji bo gelê Kurd e."

'HER TIŞT SEFERBER KIR'

Hatîmogûllari bal kişand ser qetilkirina Bariş Çakan ku li Enqereyê ji ber li muzîka Kurdî guhdarî dikir hate kuştin û got, "Ev sîstem, ev rejîm ji bo hebûna xwe bidomîne zexteke giran li her kesî dike. Faşîzm li vî welatî ji bo hebûna xwe mayinde bike, ji bo kûrtir bike her tişt seferber kiriye. Me dît ku di dema şewbê de li naverastê polîsan bi çi rengî tundî li mirovan kir."

'KÊR ÊDÎ GIHÎŞTIYE HESTÎ'

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku li dijî vê siyaseta cihêkar êdî kêr gihîştiye hestî û diyar kir, ji bo pêşî li mayindebûna vê rejîma nû bê girtin ew di demeke gelekî girîng de ne.

Hatîmogûllari got, "Di vê demê de pirsgirêka hêzên demokrasiyê, mûxalîfan, gelan û baweriyan weke hev in. Li vî welatî xizanî, birçîbûn mezin dibe. Li vî welatî siyaseta şer kûr dibe. Li vî welatî siyaseta tundiyê û cihêkirinê bi taybetî li dijî jinan mezin dibe. Lewma her kesên ku serî natewîne û dibîne ku hebûna vê rejîmê çiqasî zerarê dide demokrasî û mafên mirovan, divê bi rengekî hevpar têbikoşin. Dixwazim ji mûxalîfan hemûyan, ji rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên civakî yên sivîl re bêjim 'dibe ku sibe pir dereng be'. Em di kêliyeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Tirkiye alarmê dide. Mafên mirovan û demokrasî li vî welatî tên qetilkirin. Ji bo em karibin van ji nû ve ava bikin, bêyî ku dereng bibe divê em têkoşîna xwe bilind bikin."