Hate destgîrkirin, ev 30 sal in agahî jê nayê

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Adnan Bagça pirsîn, ku Bagca 11'ê Hezîrana 1990'î hate destgîrkirin û careke dî agahî jê nehate standin.

Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta nebediyan bipirsin û berpirs werin cezakirin ji ber Covîd-19'ê li ser medyaya civakî çalakî kirin.  

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Adnan Bagça (32) pirsîn, ku dema li Siwerekê ya Rihayê ajokarî dikir, 11'ê Hezîrana 1990'î hate destgîrkirin û nema deng jê hate standin.

Birayê Bagca Mustafa Bagça got, ''Tenê bila hestiyên me bidin me. Bila gorneke hebe ku em bikaribin biçin ser wan. Em tiştekî dî naxwazin.''

Di çalakiyê de hate gotin Bagca li Sîwerekê dema ku ajokarî dikir, 11'ê Hezîrana 1990'î hatiye revandin. Yekî ku xwe mîna rêwiyan nîşan daye pê re siwar bûye, bi trambêla bi plakaya 56 DA 423'yan, ji bo ku kesê navborî bibe ji rawestgeha texsiyan veqetiyaye. Piştî ku nehatiye malê malbata wî lê pirsiye, Midûrê Emniyetê yê Siwerekê gotiye, ''Di dest me de ye, tiştekî dî nepirse'' û roja dî dema dîsa li emniyetê pirsa Bagça kirine emniyeta Sîwerekê ji malbatê re gotiye, agahî şaş dane wan, Bagça ne li cem wan e.
Ji wê çaxê ve ti agahiyek ji Bagça nehatiye standin.