Haşd El-Şaabî: PDK’ê wê berdêlên giran ê îxaneta li Êzidiyan kiriye bide
Haşd El- Şaabî, bertek nîşanî êrîşên li ser Şengalê da, diyar kir ku wê PDK berdêla êrîşê bide.
Haşd El- Şaabî, bertek nîşanî êrîşên li ser Şengalê da, diyar kir ku wê PDK berdêla êrîşê bide.
Li Iraqê, Haşd El-Şaabî ya ku piranî ji Şîeyan pêk tê, têkildarî êrîşên PDK’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.
Haşd El-Şaabî li ser hesabê Twîtterê ya Îngilîzî (@pmu_english) daxuyaniyek da û ev tişt got:
“Haşdî El-Şabî yên li Iraqê, êrîşa pêşmergeyên PDK’ê ya li ser şervanên Êzidî YBŞ’ê şermezar dike. Divê PDK rawest e. Berovajî vê wê rastî bertekên pir dijwar were. Şervanên Êzidî yên li gundê Xanesor ê Şengalê, niha di bin êrîşên milîsên Kurd ên girêdayî PDK’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin de ne. Ti aliyê van êrîşan ên bi maf nîne. Haşdî El-Şabî daxwaz dike ku dawî li van êrîşan we re. DAIŞ li başûrê Şengalê ne û ‘Pêşmergeyên Rojava’ yên PDK’ê wan ji nedîtî ve tên.
Wê ‘Pêşmergeyên Rojava’ yên PDK’ê berdêlên giran a îxaneta li civaka Êzidî kirine bide. Haşdî El-Şaabî, hemû kiryarên PDK’ê ya ya li ser civka Êzidî û YBŞ’ê û dorpêça DAIŞ’ê di rojeva wan dene.”
Li aliyê din şervanên Haşdî El-Şaabî yên ku xwestin derbasî Xaneserê bibin, ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin. Aloziya li herêmê derketî hê jî didome.