H&M yekdestiya cilan ya navnetewî biryar da ku, cilên hatine bikaranîn kom bike. Pêkanîna ku dê 1’ê Sibatê li Swêdê destpê bike û 1500 magazayên li welatên cîhanê yên cuda bigire nava xwe, di nava salekê de kom bike. Her wiha kesên ku cilên kevin yên ji H&M yan jî magazayên aydî H&M’yê kirîne, vegerînin dê kûponên daxistinê bidinê.
Bi vê pêkanînê dê H&M bi saziyên alîkariyê yên cilên kevin kom dikin re reqabetê bike. Li Swêdê dezgayên alîkariyên yên weke Emmaus, Myrorna û Statsmissionen hatinên ku ji cilên kevin girtine ji welatên Efrîkayê re dişînin û alîkariyê didin kesên bêmal yên li Swêdê.
Şefê H&M’e Henrîk Lampa dibêje, qismek biçûk yên cilênkevin ji nû ve tên bikaranîn ji sedê 80’ê wan jî avêtine ser gelaşê. Li gorî lêkolînek ya li Zanîngeha Kopenhangê bal dikişîne ser ku, bi cilên kevin yên hatine qezenc kirin, ji avê teserûf kirine, her wiha hatiye dîtin ku di bikaranîna dermanên kîmyewî û gaza karbondîoksît ya li xwezayê belav dibe de kêmbûnek çêbûye.
Cilên kevin yên li Swêd û welatên Ewropa bêne komkirin, ji bo tesnîf kirina wan dê bişînin tesîsên şîrketa Icos ya li Almanyayê.
Dahata ku ji cilên kevin tê qezenckirin dê rêbikin weqfa binavê Conscious Founddation ya aydê H&M’ê.