Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Îro li girtîgehan nêzî 250 girtî, li Strasboûrgê 14 kes, li Hewlêrê kesek û welatê Galiyan jî kesek di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
Guven piştî ku salekê di girtîgehê de ma, hate berdan. Guven li mala xwe ya li Amedê ji AFP’ê re axivî. Guven a 55 salî diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomîne û got ku, “Min mirin da ber çavê xwe û min wisa dest bi greva birçîbûnê kir.”
TEKANE DAXWAZEKE MIN HEYE
Guven got ku “Rewşa min ne pir xerab e. Li gorî temen û çalakiya min, min bawer nedikir ku ez performanseke wisa derxînim holê.”
Guven bal kişand ser vî tiştî ku tekane daxwazeke wê heye û got ku “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ku xizm û parêzerên wî biçin serdana wî.”
Guven diyar kir ku li gorî zagonan mafê Ocalan heye û got ku “Ez tiştekî din naxwazim.”
JI BO BIDAWÎKIRINA GREVÊ DOZGER HEWL DA
Guven diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan a bi rêzdar Ocalan re û serbestberdana wê têr nake û hikumet bi van hewldanan dixwaze grevên birçîbûnê bi dawî bike.
Guven bal kişand ser vî tiştî ku dema ew girtî bû, Serdozgerê Amedê û dozgerekî din ji bo ku ew dev ji greva birçîbûnê berde, xwestine wê qanih bikin.
MIN DI TARÎYÊ DE QÎRÎNEK AVA KIR
Guven diyar kir ku çalakiya wê ‘hewldaneke takekesî ye’ û got ku “Min di tariyê de qîrînek ava kir.” Guven anî ziman ku dengê wê û yên çalakgerên greva birçîbûnê hatiye bihîstin û got ku “Em çi dixwazin? Em demokrasî, mafên mirovan û edaleteke wekhev dixwazin.”