Guven: Hê dereng nebûye, divê her kes bikeve tevgerê

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya colemêrgê Leyla Guven a ku ev 54 roj in li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê got, “Em, aşê faşîzmê negerînin. Divê hê dereng nebûyî her kes çi ji destê bê bike.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 54 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin, ji Ajansa Mezopotamya yê (MA) re nameyek nivîsî û di der barê rewşa xwe de agahî dan.

'EM BI ENCAM GIRTINÊ BI BAWER IN'

Guven da zanîn ku ew bi greva birçîbûnê dixwaze balê bikişîne ser, “ji bo jiyana aştî û demokratîk demildest ji bo avakirinê tiştên bên kirin” û wiha got: “Tecrîdkirina Birêz Ocalan li pêşiya aştiya civakî mayînde bibe asteng e. Birêz Ocalan di avakirina aştiya civakî de aktorekî girîng e. Vê yekê bi tecrûbeyên xwe teorîk û pratîk bi zêdehî jî da nîşandan. Ji ber vê yekê ye hemû civak di ferqa vê yekê de ye. Li hundir û li derve ji heft salî heta heftê salî dizanin ku wê daxwaza min bigihîje encamên erênî, lewma xwedî li daxwazên min derdikevin. Wek daxwazên xwe qebûl kirin. Min berê jî gelek caran anîbû ziman ku armanca çalakiya min çi ye û çi wateyê îfade dike. Helbet ev xwedîderketin rewabûna daxwaza min datîne holê. Her roja diçe xwedî derketina daxwaza min zêde dibe. Ez bawerim ku wê çalakiya min bigihêje armanca xwe. Mafdarî û rastiya çalakiya min heye. Xwedîderketina li çalakiya min di asta civakê de xwe dide diyarkirin. Em bi bawerin wê dengê me bê bihîstin û em ê encam jê bigirin.”

Guven anî ziman ku tevî vê xwedîderketinê jî desthilatdarî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê nebîne û ji daxwazên wan re bêdeng bimîne çi ji destê tê dike û got: “Li Meclîsê hevdîtina butçeyan pêk hat. Hemû hevalên min ên wekîl di axaftinê xwe de çalakiya me silav kirin û bi bîra desthilatdariyê xistin. Her tim nebe jî lê min di televîzyonê de hinek temaşe kir. Lê îktîdar ji nedîtî ve tê. AKP bawer nedikir wê ewqas zû gel xwedî li çalakiyê derkeve û deng vede. Çimkî em di serdemek pêkanînên faşîzmê ku li Tirkiyeyê pêk tên de derbas dibin. Hemû beşên civakê di bin zextên giran de ne. AKP dixwaze her kesî bêdeng bike û polîtîkayên çav tirsandinê birêve dibe. Lê feqet xetên sor ên gel hene. Dema cih û wexta wê dizanin wê çawa li dijî desthilatdariyê bisekinin. Di heman demê de di bin vê bêdengiya AKP'ê kîn û hêrsek mezin heye. Ji ber vê yekê bê deng dimînin û ji nedîtî ve tên. Desthilatdarî heta dixwaze bila bêdeng xwe berdewam bike, lê feqet neçar e bersivê bide daxwazên civakê. Desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê di serdem wisa de derbas dibe ku destê xwe bide çi dişewite. Polîtîkaya hundir û derve di halek perîşan de ye. Krîza aborî bi hemû kûrahiya xwe didome. Bêguman her roja diçe zextên civakî zêde dibin û tirsa herî mezin a AKP'ê jî ev e. Bêguman yek ji xisûsên herî zêde AKP'ê ditirsînin jî çalakiya me ye. Ev rastiyek e AKP wê mehkûmî têkçûnê bê.”

'DIVÊ HER KES BIBÎNE KU WÊ EV BERXWEDAN MEZINTIR BIBE'

Guven destnîşan kir ku ew hêza xwe ji gel û çalakgerên din distîne û wiha domand: “Ji bo ku ez dizanim her tim têkoşîn û berxwedan serkeftinê bi xwe re aniye ez hêz digirim. Ez di nava faşîzmê de û di serdema aloziyan de daxwazek mirovane û wîjdanî dikim. Ji bo wê ev bêdengî xera bibe ez li ser navê xwe bi aram im. Ez dizanim ku wê ev çalakiya min bigîhîje serkeftinên mezin bi kelecan im. Em hem li hundir û hem jî li derve bi sedan hevalên xwe re vê çalakiyê didomînin. Di serî de hevalê Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di çalakiyê de ye û hemû beşdarvanên çalakiyê silav dikim. Li vir jî hevalên min Hîlal Olmez, Evîn Kaya û Kîbriye Evren di çalakiyê de ne. Divê her kes bibîne ev berxwedan wê bêtir mezintir bibe û bi encam bibe.”

'HER NAMEYEK XWEDÎ CIHEK XWE CUDA HEYE'

Guven got gelek faks, name û kartên piştevaniyê ji bo wê diçin û got: “Her hefte bi dehan faks, name û kart ji min re tên. Ev piştevaniyek manevî ye. Her kes hest û ramanên xwe bi min re parve dike û cihê her nameyekê xwedî wateyek xwe heye. Bi taybetî nameyên hevalên jin xwedî hestên têr û tije ne. Ruh dide çalakiya min. Bêguman ev hemû hest û raman bandorek erênî li ser min dikin. Piştevaniya wan pratîk û manevî bextewariyê li giyana min zêde dike. Gelek heval li gel nivîsên xwe bi xêzkirina wêneyan jî hene. Mînak hevalê Bayram Yaruk ji Girtîgeha Tîpa F ya Îzmîrê portrek min xêz kiriye û ji min re şandiye. Wisa xweşik xêz kiriye, qey tu yê bêjî li miqabilî min rûniştiye û min bi pênûsê xêz kiriye.

Yek ji nameyên ku herî zêde min dilşad kir û min devliken kir jî beşek wê wiha ye; ‘Birêz wekîla min a hêja. Birêz dayîka delal û hêja, xweşik, rindik, bedew, şêrîn, şekir (başe ya na!) Temam! Çîçek, gul, sosin, binevş û beybûn, dayê…' Xwediyê van hestên xweşik Necîp Guneş ê ji Girtîgeha Kandirayê nivîsandiye ye. Her wiha hevala Nezahat Şîngez jî ji Girtîgeha Tarsûsê nivîsandiye û di beşek nameya xwe de wiha gotiye ‘Heval Leyla min wêneyên te di rojnameyê de dît. Heke min dizanibûya çalakiya greva birçîbûnê mirovan wisa xweşik dike, ez ê jî biketima greva birçîbûnê.' Gelek nivîs û nameyên watedar hene. Bêguman hemû xwedî wateyek xwe giran û xweşik hene. Dil û destê hemû hevalên nivîsandine sax be.”

‘BI RÛH Û HESTAN HER ROJ EZ XURT BÛM'

Guven di nameya xwe de bal kişand ser tenduristiya xwe jî û van agahiyan da: Her çiqas greva birçîbûnê di warê ruh û hestewar de hêz bide min jî lê di warê bedenê de nikarim heman tiştî bêjim. Bedena min wek a berê nîne. Çalakbûna min kêm bûye. Heta roja 40'emîn min li cihê bêhnvedanê çend saetan diçûm û dihatim. Lê di rojên dawî de ji ber hewa sar meşa min hinek kêm bû. Rojên ne şilî be tenê dikarim saetek biçim û bêm. Dema şilî hebe qet nikarim derkevim. Xwendina min a pirtûkan didome. Hevalê li gel min rojnameyê ji min re dixwînin. Ez rojevê dişopînim. Ez di radyoya ku rêveberiya girtîgehê daye me de nûçeyan û bernameyên nîqaşê de dişopînim. Wek berê nikarim binivîsinim. Gelek kêm bûye. Karê rojane pêk tînim. Di warê lezê de hinek sistbûn çêbûye.

'BÊHALÎ, SERÊŞAN Û WESTANDIN DEST PÊ KIRIYE'

Di warê tenduristiya xwe de heta niha pirsgirêkek micid de hevrû nemam. Serêşan, bêhalî, westandina zû û li dijî deng û bêhnê hesasiyet zêde bû. Di 10 rojên dawî de tansiyona min dikeve. Hinek zeîf bûme. Lê forma xwe diparêzim. Heta hevalê min dibêjin ‘tu her roj xweşiktir dibî.' Kontrola tenduristiya min her roj bi awayek rûtîn ji aliyê revîra zîndanê ve pêk tê.”

'ÇI JI DESTÊ ME TÊ EM BIKIN'

Guven diyar kir ku wek ku wê berê jî gelek caran anî ziman divê demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û got: “Birêz Ocalan ne girtiyek e. Nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan nêzîkatiyek li dijî hemû gelê kurd e. Çalakiyên sala 99'an ên li girtîgehan bi daxwaza ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin' di bîra her kesî de ye. Mirovan bedena xwe da ber agir û xwe şewitandin. Bedelên giran hatin dayîn. Di vê serdemê de daxwazek çalakiyek topyekûn heye. Heke ku daxwaza îktîdara faşîst a AKP û MHP'ê dayîna bedelê be, jixwe bedel tê dayîn. Destkedftî bi dayîna bedalan pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de divê hemû civaka Tirkiyeyê van hesasiyetan bibîne. Hemû beşên ji bilî kurdan divê bibin xwedî vê berpirsyariyê. Em rê nedin faşîzmê û faşîzmê hilweşînin. Em xwedî li biratiya gelan derkevin. Bêyî ku bibe dereng divê ji bo rakirina tecrîwê ji destê kî çi bê bike.”