Guven: Girtî nayên dermankirin

Parlamentera HDP'ê Leyla Guven diyar kir, tedawiya girtiyan a piştî grevên birçîbûnê tê astengkirin û mijar xist rojeva meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, der barê astengkirina tedawiya girtiyan a piştî greva birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan pêşnûme pirs pêşkêşî Wezîrên Edalet û Tenduristiyê kir.

Guven ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ev pirs kir:

Li 92 girtîgehan di mijara şopandina pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê de karek hatiye kirin?

Eger hatibe kirin, çi hatiye kirin?

Hûn ê vî karî bi raya giştî re parve bikin?

Haya wezareta we ji helwestên kêfî û metirsîdar ên rêveberiyên girtîgehan û nexweşxaneyan ên li dijî girtiyên di grev birçîbûnê de bûn heye?

Der barê van helwestên kêfî de çend gilî li wezareta we hate kirin?

Der barê kes û rêveberên giliyê wan hatiye kirin de wezareta we karek kiriye?

Ji bo xisareke mayinde li bedena kesên demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane rû nede, tevî Wezareta Tenduristiyê hûn karekî dikin?

Ji bo mexdûriyeta girtiyên ku ji ber lêpirsînê nayên berdan hûn ê tiştekî bikin? Hejmara girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê ji ber lêpirsîna dîsîplînê nayên berdan çend e?