Guven: Ew ê 2019 bibe sala berxwedanê

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo sala nû peyam şand. Guven got ku, “2019 ew ê bibe sala berxwedanê.”

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo sala nû peyam şand.

Guven di peyama xwe de ev tişt diyar kir:

“Civak dema ku dikevin sala nû, dixwazin xwestekên wan bi cih were. Ev daxwaz û bêrî li gorî civakan diguhere. Kurd ên ku gelekî qedîm ên Rojhilata Navîn in, tenê daxwazeke wan heye. Aştiyeke mayînde û bi rûmet. Her kes dixwaze aştiyeke civakî pêk were. Ji bo vê jî li her qadê têdikoşin.

Di serê sala 2018’an de dilê Kurdan li Efrînê diavêt. Di serê sala 2019’an de jî ev dil li Kobanê diavêje. Di heman demê de beriya sala 2018’an û piştî wê tecrîda li ser Ocalan nehatiye bidawîkirin. Bi tecrîda li ser Ocalan re, tecrîd li hemû gelê Kurd tê kirin.

Êş neguherîn û bi ser de zêdetir bûn. Jin dîsa bûn cangoriyên şîddeta mêran, girtîgeh hatin tijîkirin, bêhiqûqî didome. Lê girtî li ber xwe didin: Ji bo rakirina tecrîdê gel li ber xwe didin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.

Di sala 2018’an de zext û êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê domiya. Îradeyên gelê Kurd hatin girtin. Ji ber azadiya ramanê her kes hatin darizandin. Di heman demê de di hilbijartina 2018’an de serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Di payîza 2018’an de berxwedana ji bo rakirina tecrîdê hate destpêkirin. Hesteke xweş e ku em bi berxwedanê dikevin sala nû. Ev mizgîniyê dide me ku, ew ê berxwedan di sala 2019’an de jî bidome. Em dikarin bi berxwedanê tecrîdê rakin.

Sala 2019’an ew ê bibe sala azadiyê. Ew ê pêşveçûnên demokratîk li vê erdnîgariyê pêk werin. Bi hêviya ku di vê sala nû de birçîbûn, sefalet, bêkarî, îstîsmara zarokan û girtin û kuştin tunebe, ez sala nû ya berxwedêran pîroz dikim. Bila sala nû bibe sala serkeftina berxwedanê.”