Guneş: Di vê dozê de divê Ocalan bê guhdarîkirin

Guneş: Di vê dozê de divê Ocalan bê guhdarîkirin

Parêzer Omer Guneş di 7’emîn danişîna doza ‘Komîteya Rêberiyê ya KCK’ê de ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên darizandin de axivî û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahidê vê dozê ye. Guneş wiha pê de çû: “Lê heyeta dadgehê ev fêm kiriye. Daxwaza me ya ku divê Ocalan bê guhdarîkirin, hewcedariyeke ku ev dadgeh bi edelet bimeşeye. Heyeta dadgehê demek dirêj bersiv neda daxwaza me. Piştre ev daxwaza me red kir.

7’emîn danişîna doza ‘Komîteya Rêveberiyê ya KCK’ê ku 16 jê girtî 50 kes tên darizandin de li 16’emîn Dadgeha Cezya Giran a Stenbolê ya Sîlîviriyê dest pê kir.  Însiyatîfa aştiyê ya Kurdistanê a Îngîlîstanê, Yekitiya Hiqûqnasên Cezayê ya Berlînê, Yekitiya Parêzerên Demokratîk a Swîsreyê, Koma Parêzerên Sînornenas û  ji baroyên Almanya, Hollanda, Fransa û Îngîlistanê gelek kes tevli Tanişînê bûn.

Parêzer Omer Guneş daxwazên xwe anîn cih. Guneş da zanîn ku hemû hevalên wî yên parêzer van daxwazan tîne cih û lê dadgehê berê ev daxwazên wan red kirine û got: “Me xwestibû Brêz Ocalan di vê dozê de bê guhdarî kirin. Heyeta dadgehê ev red kir. Em vê carek din dixwazin.”