Gunduz ê HDP’yî hate girtin

Ji siyasetmedarên Kurd ên li Rihayê hatîn destgîrkirin, Rêvebirê Navçeyê ya Wêranşehîra HDP’ê Ishak Gunduz hate girtin.

8’ê Tîrmehê di serdegirtina malan a li Rihayê de, Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Bekîr Karageçîlî, Hevserokê Navçeyê yê HDP’a Wêranşehîrê Hidir Oktay, Rêveberê Navçeyî Îshak Gunduz û Vedat Guler ên bi idiaya “endambûna rêxistinê” hatîn destîgîrkirin, piştî kar û barên wan ên li emniyetê rê kirin Edliyeya Rihayê.

Dozgeriya ku îfadeyên Bekîr Karageçîlî, Hidir Oktay û Vedat Guler girtî, bi daxwaza di bin kontrola edlî de hatin berdan, Ishak Gunduz jî bi daxwaza girtinê sewqî nobedariya dadgehê hate kirin.