Gundiyên Elmadagê li dijî kana kevir têdikoşin

Gundiyên Elmadagê li dijî kana kevir têdikoşin

Li navçeya Elmadag a Enqereyê gundiyên Karacahasan li dijî rayedarên fîrmaya ku dixwazin kana kevir vebikin, rabun ser piyan. Gundiyan rayedar ji gund qewirandin.

Rayedarên fîrmayê ku xwestin li herêmê kana keviran, santrala betonê û tesîsa asfalt plent ava bikin û xwestin rapora ÇED’ê pêşkêşî gundiyên Karacahasan bikin, li gund rastî bertekan hatin.

Gundiyan bertekên tund nîşanê rayedaran da û  got ew li nêzî gundê xwe kana kevir naxwazin.

Keyayê gund Demîr Şahîn bertekên xwe wiha anî ziman: “Kana ku tê xwestin bê vekirin, ne li sînorê Karacahasan, di sînorê navçeya Elmadagi de ye.  Ev herêmî 2 hezar 700 metre, ji Elmadagê jî 2 hezar û 300 metre dure. Ji ber vê jî ev tiştekî şaşe.  Em sewalên xwe li daristanê didin çêrandin. “