Gundê Tilêtînê bi rengê biharê xemilî

Bi hatina biharê û zêdebûna germahiyê re xweza ji nû ve geş bû.

Li gundên Tilêtîn yê navçeya Hênê ya Amedê bi hatina biharê re xweza kesk, sor û zer bû. Pel û kûlîlkên daran bişkivîn. Bi geşbûna xwezayê û vekirina pel û çîçekên daran xweza rengîn bû. Kulilkên darên bihîv û berên din mizgîniya biharê dide welatiyan. Li aliyê din kanî û ava ji zinarên Tilêtînê zelal û vekirî diherike.

JIYANA GUNDAN XWEŞ E

Welatiyên gund sewalê xwe berdidin xwezayê û welatî heta direngî şevê li ber agirê kûçikê rûdinin. Her wiha welatiyên Amedê ku ji ber şewba Koronayê (Covîd-19) li bajêr namînin û berê xwe didin gundan. Welatiyên vedigerin li ser gundên xwe kêyfa biharê derdixin û dibêjin, jiyana gundan bi sed carî ji jiyana bajaran xweştire.

‘JIYANA GUND NADIM BIYA BAJÊR’

Gundiyê bi navê Xalê Ramazan anî ziman ku bi pêşketina teknolojiyê re jiyan li gundan rawesta û bi pêşketina bajaran re nexweşiyên cûr be cûr derketin holê.

Gundiyê bi navê Ahmet Kiliç jî xwezî li salên berê tîne û got: “Ez jiyana xwe bi berhemên gund berdewam dikim û ez naxwazim jiyana xwe di avahiyên bajaran de dîl bigrim. Ez ti carî jiyana gund nadim bi jiyana bajêr. Li gund ligel sewalên xwe û nava şînahiyê de ez jiyanek aram û xweş derbas dikim. Ez bêhna xwezayê nadim bi ti team û bêhnên cîhanê û ev bêhna xwezayê ji bo min hêjayî hemû malê cîhanê ye. Heta ez li gund bijîm wê ti pirsgirêkên min yên nexweşiyê tinebin. Îro dibêjin şewba Korona heye, lê ev nexweşî bandorê li xwezayê nake. Bila her kes berê xwe bide gundê xwe û di nava xwezayê de bijî.”