Gunay: Wê serhildana me dakeve kolanan
Berdevka Partiyê Ebrû Gunay di çalakiya 25’ê Mijdarê de axivî û got ku “Wê serhildana me ji qadên girtî dakeve kolanan.”
Berdevka Partiyê Ebrû Gunay di çalakiya 25’ê Mijdarê de axivî û got ku “Wê serhildana me ji qadên girtî dakeve kolanan.”
Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan li Wanê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.
Gunay got ku, “Di 25’ê Mijdarê de wekî li her derê li Wanê jî li dijî me polîtîkayên li ser esasê dijminatiya tê kirin. Meşa me ya jinan hate astengkirin.
Meşa me ya azadiyê, serhildana me û israra me ya di têkoşîna jinan de ne daxwazeke azadî û serhildaneke wisa ye ku wê li hemberî astengkirinên desthilatdarî û Walîtiya Wanê stûyê xwe xwar bike. Wê daxwaza me ya azadiyê û serhildana me li malê, li kar û dibistanê wê li her derê zêde bibe. Wê ji cihên girtî dakeve kolanan. Em jinên TJA’yî û HDP’yî em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya jinan bernedin. Li dijî şîddeta mêr û dewletê em ê li her derê têbikoşin. Em ê xwe biparêzin.”
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’
Gunay diyar kir ku destkeftiya wan a herî mezin hevserokatî ye û got ku, “Hevserokatî ji bo me xeta mor e û diyariya me ya ji jinên cîhanê re ye. Em ê li her derê wê biparêzin. Em diyar dikin ku Peymana Stenbolê li dijî şîddeta li ser jinan garantiya me ya hiqûqî ye. Em ê tu carî dev ji xeta hevserokatiyê û Peymana Stenbolê bernedin. Em bi salan in têdikoşin lê desthilatdarî kujerên jinan diparêze. Ev desthilatdarî destûrê dide ku Mûsa Orhan ê ku bûye sedema jinekê serbest bigere. Ev desthilatdarî kujerên Gulistan Dokû nabîne û jiyana jinên din dixe xetereyê. Em ê nehêlin ku jineke din jî ji nav me kêm bibe. Em ê li her derê xwe biparêzin û dengê jin, jiyan û azadî geş bikin.”