Gunay: Tecrîda li Îmraliyê gihîştiye asteke metirsîdar

Berdekva HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser rola dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di meseleya Kurd de neçareserî û tecrîda li ser Ocalan gihîştiye asteke metirsîdar. Em ê vê yekê qebûl nekin."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Ebrû Gunay destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê bingehîn ê meseleya Kurd e û got, "Ocalan ne tenê girtiyeke ku divê mafên wî yên hiqûqî bên dayin. Ocalan di çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de, lewma di avakirina Komara Demokratîk de aktorekî polîtîk ê bingehîn e ku divê bê dîtin."

Ebrû Gunay diyar kir ku asta neçareseriyê ya meseleya Kurd û bi vê ve girêdayî sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Ocalan ne tenê nayê qebûlkirin, di heman demê de gihîştiye wê astê ku metirsîdar bûye.

Ebrû Gunay got, "Yên ku ji bo xatirê dengan siyaseta qirkirinê ya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan dipejirînin, divê zanibin ku bi tasfiyekirina destketiyên demokratîk ên Kurdan re ne tenê siyaseta Kurd a demokratîk wê winda bike. Polîtîkaya tecrîd, qeyûm û tasfiyekirinê ya li ser gelê Kurd û Ocalan, eger berxwedana Kurd a demokratîk têk bibe, wê welat bibe qadeke welê ku rejîma yek şexsî heta bi hetayê lê serwer be.

Dîrokê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ti carî ewqasî neçarî hev nehiştibû, çarenûsa wan ewqasî hevpar nekiribû. Lewma di rewşa heyî de rabûna li ber sîstma êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya xwedîderketina li paşeroja demokratîk a hevpar. Têkoşîna ji bo pêkanîna hiqûqê li Îmraliyê, wê bibe têkoşîna sererastkirina hiqûqê li welêt."

Ebrû Gunay anî ziman, ku desthilatdarî baş zane heta ku têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd tasfiye neke wê nikaribe xwe mayinde bike, lewma bi vî rengî tevdigere û got, "Polîtîkayên li ser Birêz Ocalan û gelê Kurd tên meşandin gelekî metirsîdar in û em hişyariyê didin desthilatdariyê."

Gunay got, "Bi navê HDP'ê, di serî de tecrîda li Îmraliyê em ti nêzîkatiyeke ji rêzê qebûl nakin. Wezîfeya muxalefetê ne ew e ku hînî pirsgirêkan bibe û bi rengekî normal pêşwazî bike. Wezîfeya muxalefetê çareserkirina pirsgirêkan e."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku hêza wan heye ku pirsgirêkên civakî hemûyan çareser bikin û got, "Em bang li her kesên pêwendîdar dikin ku bi rengekî cidî nêzî meseleyan bibin. Em bang li hêzên demokrasiyê jî dikin ku di xeta rêya sêyemîn de di têkoşîna siyasî civakî de bibin hev. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê yên xwedî wijdan vê polîtîkaya dijminane û tecrîdê qebûl nakin û di her şert û mercî de wê nîşan bidin ku vê qebûl nakin."