Gunay: Ocalan dikare welêt ji nava krîzê rizgar bike

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neye çareserkirin aramiya aborî wê ti carî nepêkan be." Gunay destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare welêt ji nava krîzê derxîne.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

BEYRÛD

Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser teqînên li paytexta Lubnan Beyrûdê û got, "Gelek deverên bajêr hilweşiyan. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn, bêmal man. Em ji ber vê felaketê gelek xemgîn in. Rehma Xwedê li miriyan be, em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Û şîfaya xêrê li birîndaran be. 

Bêrûd gelek çandan û baweriyan di hundirê xwe de dihewîne. Bi deh salan e Beyrûdê, têkoşîn û berxwedan kiriye parçeyekî jiyana xwe. Gelên Bêrûdê wê van rojên xedar jî derbas bikin. Hêvî ye Beyrûdê dîsa were ser hemdê xwe. Em jî wek HDP û gelên Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe bi gelên Bêrûdê re ne em ê di van rojên zor de piştgiriyê bidin hev. 

Ji bo ku ev êş û hilweşîn cardin neyê serê tu gelî, divê her dewlet dev ji siyaseta şer berde û muhîmatên şer kom neke. Teqîna li Beyrûdê ev yek dîsa anî ber me ku ji xeynî siyaseta aştiyane tu rê ji bo jiyaneke xweş nîne."

'RAPORA CPT PERGALA ÎMRALIYÊ WEKE PERGALA TECRÎDÊ PÊNASE DIKE'

Gunay bi dewamî işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Sedema mezin a polîtîkayên şer, bêçareserî û helwestên antîdemokatîk a siyaseta tecrîdê ye. CPT 5'ê Tebaxê rapora xwe ya derheqê Tirkiyeyê de weşand û rapor piranî li ser Girtîgeha Îmraliyê bû ku Birêz Ocelan tê de ye. 

Rapor bi awayekî eşkere nîşan dide ku pergala Îmraliyê pergaleke tecrîdê ye û dîsa nîşan dide ku ev yek tu car nayê qebûlkirin. Li gor vê raporê girtiyên li Îmraliyê di 168 saetên hefteyê de 159 saet di bin tecrîda mutleq de tên girtin. Dîsa li gor raporê ji ziyareta 2016'an heta ziyareta din a 2019'an, di pergala Îmraliyê de tu veguhertin nehatiye kirin û daxwaz kirine ku pergala girtîgehê ji nû ve bê nirxandin û ber çavan re bê derbaskirin.

'LI ÎMRALIYÊ SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ HEYE'

Divê em bi awayekî hişk cardin nîşan bidin ku, li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê kirin û hemû saziyên navnetewî bêdeng in. CPT jî peywirên xwe baş nayne cî û li ser tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê, berpirsiyariyên xwe ji bîr dike. Encam û raporên ziyaretên xwe jî bi derengî û ew jî ji ber israra raya giştî parve dike. Ev yek bi tena serê xwe diyar dike ku li Îmraliyê pergaleke navneteweyî heye û tecrîdeke navneteweyî tê meşandin.  Ji salekê zêdetir e hevdîtinên parêzeran û malbatê tê astengkirin. Rewşa  pandemiyê her diçe xerabtir dibe û tu kes nizane bê ka li giravê çi diqewime. Wek mînak, CPT îsal çûye Îmraliyê? Herî dawî kengî çû? Xala herî muhîm, CPT wê pêdiviyên vê rapora xwe bişopîne yan na? Erê di raporê de dibêje divê pergala Îmraliyê ji nû ve bê nirxandin û di ber çavan re bê derbaskirin. Lê pêşniyarên wê çi ne? Divê ev tişt hemû li gor berpirsiyariyan bên ronîkirin û gel bê agahdarkirin.  

Ev yek zelal e ku tecrîda li ser Îmraliyê rejîmeke serbixwe ye û îşkenceyeke pergalî û domdar e. Mirovek ji hemû mafên xwe yên hiqûqî tê bêparkirin. Bi dîlgirtina birêz Ocalan, dixwazin herêmê ji nû ve li gor xwe dîzayn bikin."

'PERGALA ÎMRALIYÊ BERBELAV BÛYE, WAN TIRKIYE KIRINE ÎMRALI'

Ebrû Gunay anî ziman ku pergala Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got, "Wan Tirkiye kir Îmralî. Îro mafê her kesî di bin xeterê de ye. Siyaseta şer yan jî aştiyê li gor helwesta îqtîdarê a li Îmraliyê derdikeve holê. Wexta ku berê xwe dan aştiyê çûn li Îmraliyê maseya aştiyê danîn û ew mase ji aliyê îqtîdarê ve dîsa li Îmraliyê hat hilweşandin. Û ji wê rojê ve ye Tirkiyeyê bêhnek fireh nestandiye û xêr nedîtiye. 

Dibêjin ji ber pêvajoya şer û terorîzmê tecrîd heye. Em dipirsin, di kîjan hevdîtinê de Birêz Ocalan banga şer kiriye? Yek hevdîtineke wî heye ku ji bo aştiyê hewl nedabe? Erdoxan jî hemû berpirsên dewletê jî her gotinên wan hevdîtinan xwendin. Di kîjanê de banga şer û pevçûnê hebû? Esas ev polîtîkayên tecrîdê, bêhiqûqiyê, rêbazên tundiyê, şer û pevçûnê çêdikin. Îqtîdar bi van polîtîkayên 5 salên dawiyê çi bi dest xist?  

'PÊDIVÎ BI AŞTIYÊ HEYE, RÊYA WÊ JÎ BIRÊZ OCALAN E'

Gunay bal kişand ser rola diyarker a Ocalan ji bo aştî û çareseriyê û got, "Heçku birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawiyê de jî got, 'fersendekê vekin ez di nav hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim'. Birêz Ocalan di hevdîtina herî kin de jî hewla aştiyê dide. Erê demek berê  Beşîr Atalay û berpirsên dewletê jî diyar kiribûn 'bê hesabê we ya neyê, Ocelan rêberê gelê Kurd e'. Bi mîlyonan kes wî wek rêberê xwe dibînin.

Pêdiviya me ne bi şer û pevçûnê, bi aştiyê heye. Pêdiviya me bi ferasete xurt heye û ew jî birêz Ocelan e. Rêya diyalogê ji bo her kesî sûdewer e." 

HEWLDANÊN LI DIJÎ PEYMANA STENBOLÊ

Ebrû Gunay nîqaşên li ser Peymana Stenbolê û êrişên li dijî destketiyên jinan jî nirxand û got, "Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymannameya Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in, heman zihniyetê diparêzin.

Pêşî jin û her kesê ku azadî û pevrebûnê diparêzin divê li hember vê pêla êrîşê bêdeng nemînin. Jin wek her carê li hember vê êrîşê jî têdikoşin û li ber xwe didin. 

Bila bê zanîn ku Peymannameya Stenbolê ji bo me jinan destkeftiya têkoşîna sedsalan e û tu kes nikare wê ji dest me bistîne. Em xwedî li mafê xwe yê jiyanê û li keda xwe derdikevin. Em a xwe diparêzin."

NÊZÎKATIYA HIKUMETÊ YA LI ŞEWBÊ

Têkildarî nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li mijara şewbê jî Gunay got, "Îqtîdarê ev pênc mehên dawiyê isbat kir ku ji bo wê tenduristiya mirovan ne muhim e, ji bo wan pere muhim e. Lê belê nekarî pandemî kontrol bikira ne jî ekonomî. Ev bêkêrtî ne bes, li gor daneyên ku walîtiyan van demên dawiyê weşandin, li holê sextekariyek jî heye. Em çend mînakan bidin; 

Waliyê Meletiyê dibêje jimarên nexweşên me ji sedî derbas kirine. Wezîrê Tenduristiyê dibêje Meletî jî tê de di heşt bajaran de 45 waqa hene. Waliyê Rîzeyê dibêje me 40 waqa çêbûne, lê Wezîrê Tenduristiyê ji bo wê rojê dibêje Rîze jî tê de di şeş bajaran de 25 waqa hene. Waliyê Erziromê eşkere dike ku li Erzoromê jimara waqayan bûye 2211 (du hezar û du sed û yanzdeh). Lê Wezîrê Tendurustiyê ji bo heman rojê dibêje Erzirom jî tê de di 6 bajaran de jimara waqayan 2946 (du hezar û neh sed û çil şeş). Nakokî pir zêde ye. Tê fahmkirin ku Wezîrê Tenduristiyê qet ne durist e."