Gunay: Li dijî şer û tecrîdê em bi risteke çalak rabin
Berdevka HGP'ê Ebrû Gunay got AKP tenê nîjatperestiyê û zayendîtiyê tîne û bang kir her kes li dijî şer û tecrîdê rabe. Gunay got,''Divê şandeyên serbixwe biçine Imraliyê.''
Berdevka HGP'ê Ebrû Gunay got AKP tenê nîjatperestiyê û zayendîtiyê tîne û bang kir her kes li dijî şer û tecrîdê rabe. Gunay got,''Divê şandeyên serbixwe biçine Imraliyê.''
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got tifaqa AKP-MHP'ê desthilata xwe li ser şer û pevçûnan ava kiriye, li navxwe û derve siyaseta rêbaza şer, faşîzmê, nîjatperestiyê, gotina nefretê hildiberîne û got, ''Em bang li hemû demokrat, aştîxwaz û demokrasîxwazan, bang li hemû hêzên demokrasiyê, tifaqa demokrasiyê dikin ku li dijî şer berevaniyê li aştiyê, li dijî mirinê berevaniyê li jiyanê, li dijî tecrîdê berevaniyê li azadiyê bikin û bi risteke çalak rabin.''
'AKTORÊ XWEDÎ PROJE OCALAN E'
Gunay her wiha got, ''Di serê wan polîtîkayan de ku die girêdka şer tecrîd heye. Li ser çareseriya meseleya Kurd û şerê giran ê li Sûriyê, di serê wan aktoran de ku xwedî proje ye Rêzdar Ocalan heye.''
'DIVÊ ŞANDEYÊN SERBIXWE BIÇINE IMRALIYÊ'
Gunay hevdîtina beriya bi çend rojan a li Imraliyê ya ku malbatan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re bi bîr xist û got, ''Rêzdar Ocalan di vê hevdîtinê de li ser mijara çareseriya pirsa Kurd careke dî vîna xwe daniye holê. Lê em ji tecrûbeyên xwe yên berê û ji rewşên berê dizanin ku hikûmeta AKP'ê her carê vîna çareseriyê bêbersiv hiştiye. Rawesta li ser polîtîkayên şer û tecrîdê ev bang bêbersiv hiştine.
Di serî de meseleya Kurd, li ser çareseriya gelek meselyan ji bo ku keda xwe lê bike divê tecrîda li ser Rêzdar Ocalan demildest rabe. Hevdîtina malbatan bêguman girîng e lê demildest divê rê were vekirin ku parêzer jî hevdîtinê bikin. Ya jê girîngtir jî, ji bo me pir girîng e ku şandeyên serbixwe û bêalî biçine giravê û lêkolîn û çavdêriyên xwe bikin.''
8'Ê ADARÊ
Gunay her wiha 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî pîroz kir û got, ''Ez bang li hemû jinan dikim ku 8'ê Adarê xwe bi coşî berdin qadan û bi govenê pîroz bikin.''