Gunay: Em tiştekî ji desthilatê hêvî nekin, em bibin yek
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got desthilata AKP-MHP'ê darbekar e û diyar kir ,''Ti maneya wê nîne ku mirov ji desthilatê tiştekî hêvî bike, divê hêzên demokrasiyê bibin yek.''
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got desthilata AKP-MHP'ê darbekar e û diyar kir ,''Ti maneya wê nîne ku mirov ji desthilatê tiştekî hêvî bike, divê hêzên demokrasiyê bibin yek.''
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay derbarê dagirkeriya qeyûman got, 'Ev darbeya li vîna Kurdan e.''
Gunay derheqê êrîşên li ser HDP'ê got, ''ev tirsonekî ye'' û domand,''Desthilateke wiha li pêşberî me ye ku çi kesê ne jê ye êrîşê tîne ser. Her dema ku tengav bû êrîşa li ser HDP'ê, di şexsê HDP'ê de terorîzekirina gel, HDP'ê bikin hedef ev bêgavî ye, tirs e! Em vê tirsa wan dizanin. Lê ew bi rêça me ya têkoşînê, bi berdêlên ku me dane, bi rikdariya me nizanin.''
'POLÎTÎKAYA REJÎMÊN FAŞÎST'
Gunay bal kişande ser êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li ser gorên gerilayan, bi rêya kargoyê şandina cezayan û got, Êşkenceya li ser bedenên mirî polîtîkayên rejîmên faşîst e û diyar kir, ''Lê êrîşên li ser cezayan, ev neqencî nikare vîna kesî bişkîne. Kurd wê dîsa cih ji miriyên xwe re bibînin, wan biparêzin û xwedî li wan derkevin. Kurd wê ji bo daxwazên xwe têbikoşin. Li dijî vê siyaseta mirinê wê siyaseta jiyanê ava bike û jiyanê biparêze! Ji dest miriyan destê xwe bikişînin êdî!''
'DIVE MIROV JI DESTHILATÊ TIŞTEKÎ HÊVÎ NEKE, HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BIBIN YEK'
Gunay got ji bo ku ji desthilatan hesab were pirsîn divê hêzên demokrasiyê bibin yek, ti maneya wê nîne ku ji desthilatê mirov li hêviya tiştekî be û diyar kir desteserkirina 44 şaredariyan darbeyek li ser gelê Kurd e.
Gunay derbarê qeyûman got, ''Ew cure barbariya ku dixwazin Kurdan razî vê fikrê bikin, ku tê gotin, 'Mafê Kurdan nîne ku xwe rê ve bibin û ji bo vê jî Kurd nînin.''
Gunay her wiha got 22 hevşaredarê wan niha rehîneyên siyasî ne, li girtîgehan têne hiştin, bi bîr xist di rewşeke wiha de ku li cîhanê her kes bi Covîd-19'ê re têdikoşe gelê Kurd bi desteserkirina vînê ya faşîzma AKP-MHP'ê re dilebike, mecbûr dimîne ku li dijî dijminatiya li ser Kurdan têbikoşe.
Berdevak HDP'ê Ebrû Gunay herî dawî wiha got:
''Me êdî dîtiye bê ka kî darbekar e, kî plana darbeyan dike..Qeyûm darbe ne û ev darbe darbeya li ser vîna gelê Kurd e. ''