Gunay: Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedanê mezin bikin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay qonaxa duyemîn a çalakiyên Bernameya Têkoşîna Demokratîk eşkere kir. Gunay destnîşan kir ku HDP wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedanê mezin bike.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay qonaxa duyemîn a çalakiyên Bernameya Têkoşîna Demokratîk eşkere kir. Gunay destnîşan kir ku HDP wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedanê mezin bike.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê ya asayî de ya heftane, bûyerên di rojevê de ne nirxand.
Gunay, qonaxa duyemîn a plana çalakiyan a HDP'ê eşkere kir ku wê di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk de bên lidarxistin.
QONAXA DUYEMÎN A BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ
Gunay bi bır xist ku qonaxa duyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratîk a 3 mehan roja Duşemê ji aliyê Hevserokên wan ve li meclîsê hate destpêkirin û got, "Ev bername di 1'ê Hezîranê de bi belgeya helwestê ya ji 9 xalan dest pê kiribû ku Hevserokên me eşkere kirin. Me bernameya xwe ya têkoşînê di nava meha Hezîranê de ji Colemêrgê û Edîrneyê heta Enqereyê li gel astengî û êrişan bi biryardarî dewam kir. Raya giştî ya Tirkiyeyê li ser rêbazên zordarî û bêhurmetî yên desthilatdariyê neaxivî, li ser biryardariya me û pêşniyarên me yên çareseriyê axivî."
Gunay diyar kir ku di qonaxa destpêkê de ew ji du aliyên Tirkiyeyê ber bi Enqereyê ve meşiyan, niha jî wê ji Enqereyê bi rê bikevin û li çar aliyên Tirkiyeyê xwe bigihînin tevahiya civakê.
Gunay got, "Di qonaxa duyemîn a bernameya me ya têkoşînê de ku bi navê 'Bi hev re' dan destpêkirin, em ê nîşan bidin ku li dijî vê desthilatdariyê dikarin mûxalefeteke mezin a civakî ava bikin û pêşengiyê jê re bikin."
'BI RUHÊ BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'
Ebrû Gunay diyar kir ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê hêza berxwedanê mezin bikin û got, "Yên ku wê demê hilbijartî girtin û êşkenceyên li dijî mirovahiyê kirin, tecrûbeyên xwe radestî desthilatdariya heyî kirine. Kiryarên wê demê niha tenê bi şêweyekî cuda bi rengekî hevgirtî dewam dikin. Em ê jî bi ruhê berxwedêr ê 14'ê Tîrmehê hêza xwe ya berxwedanê mezin bikin."
Gunay bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û got, "Ev siyaseta mêtingerî û dagirkeriyê bi kêrî civaka Tirkiyeyê nayê. Berevajî em hişyariyê didin hikumeta AKP'ê, şerê ku li ser bingeha siyaseta dijminatiya li Kurdan we derbasî derveyî sînor kirine, ji aliyê gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê ve nayê pejirandin. Baregehên xwe yên leşkerî yên li derveyî welat bigirin, operasyonan rawestînin, pirsgirêkên li welêt û derveyî welêt bi rêya diyalogê çareser bikin. Naxwe dawiya vê rêwîtiya we ya tarî ku Tirkiye li hundir û derve xistine navê, wê bibe têkçûna desthilatdariya we."
'JI NÊRÎNÊN BIRÊZ OCALAN SÛDÊ WERBIGIRIN'
Gunay bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîda siyasî û ya li derveyî hiqûqê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin. Ji nêrînên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê sûdê werbigirin. Bi vî rengî dikarin dawî li şer bînin."