Gunay: Em bi hev re HDP'ê biparêzin û li dijî AKP-MHP'ê têbikoşin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Hêzên demokrasiyê divê bi hev re HDP'ê biparêzin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têbikoşin." Gunay ji bo desthilatdariyê jî got, "Heta HDP hebe hûn ê nikaribin bi ser bikevin."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li avahiya navenda giştî ya partiya xwe mijarên di rojevê de ne, nirxand.

Ebrû Gunay bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir, desthilatdariya AKP'ê ya ku sala 2022'an têk çûye, fatûfeya vê têkçûna xwe li gel dibire.

Ebrû Gunay anî ziman, desthilatdariya AKP'ê ji bo vê rastiyê binixumîne êrişî partiya wan dike û got, "Di civîna koma xwe de bi rengekî dijminane axivîn. Her êrişa li dijî HDP'ê êrişa li dijî demokrasiyê ye. Dema ku yekemcar qeyûm hate tayînkirin, me got ku ev yek ne tenê li dijî HDP'ê ye, li dijî demokrasiya Tirkiyeyê. Dîrokê em piştrast kir. Êrişî paşeroja Tirkiyeyê kirin. Hêzên demokrasiyê divê bi hev re HDP'ê biparêzin û li dijî faşîzmê têbikoşin. Em bi rengekî eşkere ji desthilatdariyê re dibêjin; hûn winda dikin. Bi êrişa li ser HDP'ê hûn ê ti carî nikaribin encamê bi dest bixin.

Heta ku HDP hebe hûn ê nikaribin bi ser bikevin. Heta ku HDP hebe, wê hêzên demokrasiyê, jin, ciwan û gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin. Hevkarê biçûk ê desthilatdariyê timî qala mayindebûnê dike, lê belê mebesta wan ji mayindebûnê ew e ku vî welatî ber bi zinar ve dehf bidin. Desteserkirin, torpîl, talanê weke mayindebûnê nîşan didin. Ji bo pirsgirêkên heyî gotineke wan nîne ku bêjin. Tenê bi hêrs in, dijminane tevdigerin. Dibêjin 'Em HDP'ê naxwazin'. Em niha eşkere dibêjin; em ne bi qenciya we li Meclîsê ne. Em bi piştgiriya bi milyonan mirovên ku deng dane hatine Meclîsê. Bi piştgirî û hêza gelê xwe em ê li meclîsê bin.

AKP nebaşiya hemû desthilatdariyên beriya xwe niha pêk tîne. Mîrateyên nebaşiyê yên ku li ber radibû niha ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve yek bi yek bi cih tê anîn. Dozên kûmpasê yên li dijî partiya me weke encama vê êrişkariyê derketin holê. Daxwaza rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya parlamentera me ya Amedê Semra Guzel şandin Komîsyona Têkel. Ev yek dijminatiya li Kurdan e, dijminatiya li demokrasiyê ye. Me dît ku desthilatdariya heta niha zext û kûmpasên çawa li Tirkiyeyê kirine. Kiryarên li dijî DEP'iyan hate kirin di bîra her mirovên xwedî wijdan de ye. Parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin. Omer Farûk Gergerlîoglû vegeriya.

Ev yek kevneşopiyeke Tirkiyeyê û desthilatdariyê ye. Muxalefeta ku ji aliyê siyasî ve nikare pê, bi êrişan hewl dide bêbandor bike. Em bi hêza xwe ya têkoşînê ya berê, bi kevneşopiya têkoşînê ya pêkhateyên HDP'ê li ser piyan e. Em ê ji bo civakeke azad, aram û paşerojeke demokratîk têkoşîna xwe dewam bikin. Em paşeroja Tirkiyeyê ne. Em demokrasî, aştî û biratiya Tirkiyeyê ne. Em ê ti carî ji vê yekê venegerin. Em ê bi hev re têbikoşin."

Di dawiya axaftina xwe de Ebrû Gunay ji bo mîtînga 22'ê Çileyê ya li Amedê ku bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.