Gumuşsûyû bi gaz û bombeyên deng hat bombebarankirin
Gumuşsûyû bi gaz û bombeyên deng hat bombebarankirin
Gumuşsûyû bi gaz û bombeyên deng hat bombebarankirin
Di roja 9. a berxwedana Taksîmê de polêsan dîsa êriş kirin. Ekîbên polêsan hewl dan bendên li Gumuşsûyû bi kepçe rakirn û bi ava şid, gaz, bombeyên deng û guleyên plastîk êrişê gelê nobed digirt, kir. Di encamê de 15 kes birîndar bûn.
Di roja 9. a berxwedana Parqa Gezî de, biryardariya têkoşîna gel dewam dike. Girseya gel a bi biryardarî naxwaze polêsan têxe Taksîmê, li ber xwe dide. Di saetên êvarê de polêsan hewl dan bendên gel bi kepçeyan xera bike. Lê li ser nerazîbûna gel neçar ma paşde gav biavêje û vê carê bi TOMA'yan ajotin ser gel.Girseya ku li hemberÎ vê jî serî netewand, li êrişa polêsan a bi gaz, bombeya deng û fîşekên plastîk rast hat. Ji benda girseyê hetta Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê 12 kes ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin.